Jinên Şaredariya Mexmûrê ji bo 8’ê Adarê dar çandin 2025-03-06 12:42:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên jin ên Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi munasebeta roja 8’ê Adarê ango roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şitilên daran û nêrgiz çandin.   Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê endamên jin ên Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şitlên dar û nêrgizan çandin.   Vê sibehê endamên jin ên Şaredariya Mexmûrê li parka 4’ê Nîsanê ya Abdullah Ocalan ji bo bersivdayîna diyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan, şitlên daran û nêrgizan çandin. Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen têkildarî çalakiyê axivî.   Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Abdullah Ocalan, jinên Kurd û tevahî jinên têkoşer pîroz kir û wiha got: “Me ji bo bersivdayîna diyariya Rêbertî ku ji bo me jinan şandî şitlên daran û nêrgiz çandin. Roja 8’ê Adarê roja vejinbûn û nûkirina jinan e. Ev roj li hemberî sîstema desthilatdar a ku jinê înkar dike ye, xwedîderketina li hebûna xwe ye. Em ê bi peyam û bangawaziya Rêber Apo di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de pêşwazî li fîzîkî azadiya Rêber Apo bikin.”   Bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ jin ji parqê veqediyan.