Silêmaniyê bi eleqeyeke mezin banga dîrokî pêşwazî kir 2025-02-27 18:58:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê hate dayîn, ji aliyê gelê  Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê ve ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin.   Gelê bajarê Silêmaniyê Başurê Kurdistanê bi girseyî li Parka Azadiyê li pêşiya ekrana mezin kom bû.Banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya dîrokî ji aliyê gel ve bi eleqe û kelecaneke mezin hate temaşekirin.