Beriya banga sedsalê gotin: Rêberê me bila azad bibe 2025-02-27 15:32:13   AMED -  Jinan beriya bangewaziya sedsalê ji JINNEWS’ê re axivîn û gotin, “Ji dema ku me ev nûçe bihîst em gelekî kelecan bûn, bi şev xew nedihat. Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin. Bila Rêbertiya me azad bibe."   Heyeta ji 7 kesan a ku dê sêyemîn hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bîne, danê sibehê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê. Heyet piştî vegerê wê saet di 17.00 de li Otela Elite World a Taksîma Stenbolê daxuyaniyekê bide. Ev danezana dîrokî wê li Wan û Amedê jî li ser ekranên LED ên ku li Wan û Amedê bên sazkirin bi awayekî zindî bê weşandin.   Qad tije kirin   Li ser banga Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DEM) amadekarî li Qada Şex Seîd a Amedê bi dawî bûn. Welatî bi rêya agahiyên li taxên li tevahiya bajêr û medyaya dîjîtal vexwend herêmên ku bangawazî lê bê kirin.   Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran şêniyên navçeyên derdorê ber bi Amedê ve ketin rê. Girseya ku gihişt qadê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo, bijî berxedana Îmraliyê" coşa xwe anîn ziman.   'Ji ber heyecanê em nekarîn razên'   Jinên ku qad tijî kirin diyar kirin ku di daxuyaniyên xwe yên ji mîkrofonên me re bi hêvî û biryardariyeke mezin li vir in. Gelek kesî gotin: “Ji dema ku me ev xeber bihîst em bi heyecan bûn, bi şev xew nedihat. Bi gotina “Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin, Rêbertiya me azad bibe” hestên xwe anî ziman.   Ji bo daxuyaniya dîrokî ya wê saet di 17:00’an de bê dayîn çavê hemûyan li qadên Amed û Wanê ye.