Li dijî tacîza zayendî a li zarokan bertek: Dê hesap bidin 2025-02-25 15:31:11     AMED - DEM Partiyê li dijî tacîza zayendî ya ji aliyê kiryarê bi navê A.Ç. ve ku li zarokan kir daxuyanî da û got, "Yên ku ev qirêjî pêk anîne, wê hesap bidin gel û wê ev yek ji wan re nemîne. Werin em li zarokên xwe xwedî derkevin, em bi hev re li jiyana xwe xwedî derkevin."   Kesê bi navê A.Ç. ku li gundê Karahasan ê navçeya Lice ya Amedê dikandarî dikir, tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir. Piştî bûyer derket holê, A.Ç., di 2’yê Çileyê de hate girtin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê têkildarî bûyerê li pêşiya avahiya Rêxistina xwe ya Liceyê daxuyanî da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hevşaredarên navçeyê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.    Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di daxuyaniyê de wiha got: “Kesek nikare destê xwe dirêjî zarokên me bike. Bila destên xwe yên qirêjî ser zarokên me bikişînin. Zarokên me, pêşeroja me ne. Em naxwazin bi tiştên bêexlaqî pêşeroja zarokên me tarî bikin. Mezinên me dîroka me lê zarokên me pêşeroja me ne. Destên xwe yên qirêjî ser zarokên me bikişînin. Kî dibe bila bibe dê rojekê hesabê bide. Dê hesabê bidin van zarokan, malbatên wan û civakê. Em ê vê bûyerê bişopînin. Dê xwedî li zarokên xwe derkevin. Ji bo avakirina civakeke biexlaq me bedel da. Em ê li cem zarokên xwe bin.”    'Bi destê dewletê fuhûş û tirkyak tê belav kirin'   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Ev 40 sal in em têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Li Kurdistanê hinek navçe, hinek cih hene ku tu caran dev ji têkoşînê bernedane. Yek ji wan navçeyan jî Lice ye. Lice, dîroka xwedîderketina li ziman û çanda xwe ye. Dewletê, dagirkeran xwestin bi êrişên xwe çand, ziman û dîroka me tune bikin lê nekarîn. Lê şerê xwe yê taybet ê qirêjî li dijî zarokên me didomînin. Bi destê dewletê fihûş û tiryakê belav dikin. Zarok û ciwanên me, pêşeroja me ne. Destên xwe ser zarokên me bikişînin. Em vê qebûl nakin.”    ‘Herkes ji xwedîderketina li zarokan berpirs e’    Ozturk, wiha bi dawî kir: “Em çawa xwedî li dîrok û zimanê xwe derketibin, her kes ji bo xwedîderketina li zarokan berpirsyar e. Ji bo van tiştên qirêjî jî divê em bi hev re hesabê bipirsin. Rojek dê were ev kes dê hesabê bidin gelê me. Ev dê li cem wan nemîne. Em xwedî li zarokên xwe derkevin, xwedî li ciwanên xwe derkevin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”