'Divê astengiyên li pêşiya jinên hunermend ên li Îranê bên rakirin’ 2025-02-18 16:34:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Îranî Sîmîn Xanim destnîşan kir ku pêvajoya 64 salên borî hunermendên jin ji strandina helbestan hatiye bêparkirin û got: “Daxwaz ji hemû aliyan dikin ku hemû qeyd û bendên li ser hunermendên jin bên rakirin.”   Hunermenda navdar a Îranê Sîmîn Xanim li ser hesabê xwe ya taybet a tevna civakî peyamek da û bal kişand ser astengiyên pêşiya hunermendên jin ên li Îranê.   Sîmîn Xanim bal kişand 64 salên borî hunermendên jin ji stranan hatiye bêparkirin û got: “Piştî derket holê hinek mêrên hunermend li gel jinan karê hunerî kirine, dengên jinan ên di karê wan ên hunerê de hatine bêparkirin.”   Sîmîn Xanim anî ziman her çend li gorî yasayê ti hiqûqek nîne jin nikarin stranan bistirin, lê jin rû bi rûyê astengiyên hatine ku nikarin bistirin û got: “Daxwaz ji hemû aliyan dikin ku hemû qeyd û bendên li ser hunermendên jin bên rakirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye Sîmîn Xanim yek ji hunermenda dengbêj a navdar a Îranê ye û li wir dijî. Gelek caran ji strandina helbestan hatiye bêparkirin. Konsertek piştî Şoreşa Cotmeha 1999’an bi nave Gula Zêrîna min û Balinde bi tevîlîbûna tenê jinan lidar xistiye.