‘Sala 2025’an wê bibe sala jinan’ 2025-02-17 09:03:28        Elfazî Toral   STENBOL-Ji Jinên Halkevcî Seval Ekşîcî der barê qetilkirinên jinan de axivî û got: “Di vê pêvajoya ku jin tên qetilkirin de, keda jinan bedena jinan tê tunekirin de û jinên li dijî bûyerên tundiyê bertek nîşan didin wê di alî ku ev sedsal bibe sedala jinan de xwe heyî bikin.”   Yek ji pirsgirêka herî giran û mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka jinê ye. Desthilatdarî  qetilkirin û tundiya li ser jinan bi polîtîkayên xwe gûr dike û ji ber qanûn bi awayekî bandor pêk nayên, pêşî li tundiya mêr vedibe. Tundiya li ser jinan li her qada civakê belav bûye û daneyên salane vê nîşan didin. Li gorî çeteleya atundiyê ya ajansa me kom kiriye, di 2024’an de 358  jin û 43 zarok hatine qetilkirin û 211 jin û 31 zarok biguman jiyana xwe ji dest dan.   Ji Jinên Halkevcî Seval Ekşîcî der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Seval Ekşîcî balkişand ser ‘sala malbatê’ ku Serokomar Tayyîp Erdogan sala 2025’an wek sala malbatê îlankiribû û got ev gotin parçeyeke polîtîka ku jinan ji jiyanê dur digire ye û wiha vegot: “Em dizanin tişta jê re dibêjin ‘sala malbatê’  tê wateya hepskirina jinan a di malbatê de.Ev xizanî û polîtîkayên ku evqas girêdayê hevin, tê wateya ku hem beden hem keda jinê xistine bin zextê. Di 2024 û salên beriya vê de gelek qetilkirinên jinan û berxwedanên kolanan hatin jiyîn. Em mezinkirina têkoşînê wek bepirsyarî dibînin. Di vê dema ku jin tên qetilkirin û ked û bedena jinê tune tê hesibandin de, ji her demê zêdetir hewce bi têkoşînê û parastina cewherî ya femînîst heye. Em jinên Halkevcî wê têkoşîna xwe her tim bidomînin.”   Parastina cewherî   Seval Ekşîcî da zanîn ku desthilatdarî û sermaye bi patrîarkalê hewl dide jinê heps bike û wiha domand: “Ji ber ku keda herî erzan keda jinê bi xwe ye. Di vê serdema ku xizanî zêde dibe de jî dema ku planên pêşketinê tên amadekirin, jin di nava malbatê de ne weke kes tê pênasekirin. Perspektîfa bingehîn a hikûmetê ew e ku jinê bi malbatê re wekhev bike. Ji bo bi ser bikevin divê jin bi hêza xwe hebin û ev pêvajo wê bibe qada têkoşînê ya girîng.”   Seval Ekşîcî balkişand ser xebatên li taxan dimeşînin û wiha dirêjî dayê: “Li taxên ku jinên koçber lê kom bûne jî em dixebitin. Divê jin derkevin kolanan û xwe li kolanan bidin nasîn. Li malê asê mane. Em hewl didin qadên ku em lê ne, weke qadên ku jin dikarin azad bibin û xwe ji nû ve biafirînin bi nav bikin. Em bi jinên koçber re di civînên cuda de tên cem hev û li dijî xizaniyê hevgirtinê ava dikin. Em atolyeyên hunera destan organîze dikin. Her wiha me li dijî tundiyê xweparastina femînîst kir rojeveke taybet. Em li taxan atolyeyên xweparastinê li dar dixin. Bi vî awayî jin hem bedena xwe nas dikin û hem jî li hemberî bûyerên tundiyê yên zêde dibin xwedî hêz in ku xwe biparêzin.”   ‘Wê 2025 bibe sedsala jinê’   Seval Ekşîcî daxuyakirin ku ji desthilatdariya AKP’ê ku sala 2025’an wek ‘sala malbatê’ îlan kiriye ew jî dibêjin têkoşîn. Seval Ekşîcî wiha bi lêv kir: “Sedasla 21’ê wê bibe sedasala jinê. Em ê berxwedanê mezin bikin. Ked, beden û hebûna jinê wê 2025’an de li kolanan, qadan û taxan xwe heyî bike. Ji bo sala 2025’an bibe sala jinan em ê têkoşînê bidin. Bi salane grevên jinan tên nîqaşkirin. Divê em di vê sesalê de zindî bimîne. Em dixwazin li her derê grevên jinan bilind bikin.”   ‘Em di 8’ê Adarê de jinan vedixwînin qadan’   Seval Ekşîcî ji bo 8’ê Adarê Roja Jinana  Cîhanê bang li hemû jinan kir  ku dakevin kolanan û wiha bi dawî kir: “Em di serdemeke wisa de ne ku xizanî, keda jinê û bedena jinê nayê dîtin.  Di demeke ku polîtîkayên tundiyê û polîtîkayên xizaniyê bi hev ve girêdayî ne, em girîngiyê didin jin li kêleka hev, hêza xwe ji hevgirtin û parastina femînîst bigirin. Em ji bo hemû jinan, mil bi mil li vir in. Ji bo ku ew xwe bi tenê û bêçare nebînin, pir girîng e ku werin cem hev.  Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re em bang li hemû jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin û dakevin qadan û li dijî gotina 'sala malbatê' ya hikûmetê bêjin 'Na, îsal wê bibe sala jinan'.”