Dewleta Tirk tê darizandin: Dadgeha Gelan a Rojava dest pê kir 2025-02-05 12:54:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê tê darizandin, li paytexta Belçîka Brukselê destpê kir.   Dadgehê li L'Université Libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê - ULB) destpê kir û ji welatên cuda hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan, mexdûrên êrîşan û şahid tevlî bûn. Ji bo parastina xwe bike bang li dewleta Tirk hate kirin, lê li gel vê yekê jî nûnerê dewleta Tirk tevlî nebû. Darizandin bi rengekî xiyabî tê kirin.   Axaftina destpêkê ya dadgehê ji aliyê Biacinto Bisogni ve hate kirin. Biacinto Bisogni got, "Ji bo vê dadgeha girîng em li hev kom bûn û darizandin wê du rojan dewam bike. Bi piştgiriya Zanîngeha Azad a Brukselê em vê dadgehê pêk tînin. Ji bo parastina mafên mirovan û parastina Rojava em li vê derê ne. Rojava ew cih e ku azadiya jinê û demokrasî lê tê avakirin; ji ber vê yekê jî divê bê parastin. Hûn hebûn bi xêr hatine."   Li dadgehê wê sûcên kuştina sivîlan, rojnamevanan û siyasetmedaran, êrîşa li ser binesaziyê, êşkence, kiryarên li derveyî mirovahiyê û bikaranîna çekên qedexekirî bêne nirxandin.   Bernameya roja destpêkê    * 09:00 - 09:30: Qeyd û pêşrûniştin   * 09:30 - 09:45: Danasîna endamên dadgehê   * 09:45 - 10:15: Axaftina destpêkê ya dozgeriyê   * 10:15 - 12:30: Rûniştina 1'emîn   * 13:30 - 15:00: Rûniştina 2'yemîn   * 15:15 - 17:50: Rûniştain 3'yemîn   Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma parêzeran a ku sûcên dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve tê lidarxistin.   ULB, MAF-DAD (Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê), ELDH (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Ewropayê), IADL (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Navneteweyî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brukselê jî piştgiriya çalakiyê dikin.