Êrişên li ser Gelê Kurd dewam dikin 2025-02-05 09:55:21        HELEB - Komên çekdar li Helebê bi dehan kurdên sivîl revandin û bêyî zanîna sedeman, heta dema amadekirina vê raportê ew birin cihekî ne diyar. Ev yek jî nîşan dide ku êrişên li ser Gelê Kurd dewam dikin.    Hejmarek jêderên agahdar li bajarê Helebê ragihandin ku grûpên çekdar li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hejmarek deriyên bajarê Helebê çend xalên "firînê" yan jî demkî danîne. Çavkaniyan dan diyarkirin ku ew kom girêdayî çeteyên dewleta Tirk  "El-Emşat" in, çavkaniyên din jî destnîşan kirin ku ew bi navê "Ewlehiya Giştî" ya girêdayî rêveberiya nû ya Şamê ne.   Li ser rêya Şêx Meqsûd - Qereqola Bexda, li ser rêya ku diçe Otobana El-Ewerid, hin nuqteyên kontrolê hatin dîtin. Çavkaniyan tekez kirin ku xalên pişkinînê kar dikin ji bo rawestandina hemû otombîlên ku plaqeya wan deverên ku piraniya wan Kurd lê dijîn wek Efrînê yan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û rêwiyên wan li ser nasnameyên wan direvînin, çi ciwan bin û çi pîr bin.   Li gorî peywendiya li gel hejmarek rêxistinên sivîl û mafên mirovan, heta niha 40 kes hatine revandin, ku zanyariyên li ser hejmareke zêdetir hatine girtin, bêyî ku ti tomet li ser wan were kirin ji bilî ku Kurd in. Çalakvanên mafên mirovan tekez dikin ku ev kiryar binpêkirina Peymana Navdewletî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi darê zorê ye, li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û her wiha Peymana Navdewletî ya li ser rakirina her cure cudakariya nijadî.   Hêjayî gotinê ye ku di sala 2023'yan de, Wezareta Xezîneya Amerîkayê li ser herdu serkirdeyên çeteyên “Amşat” û “Hemzat” sepandibû, ji ber ku wan di binpêkirinên giran ên mafên mirovan de li dijî xelkê xwecihî li bajarê Efrînê yê dagirkirî kiryarên qirêj pêk anîn.   Di nav tawanên ku "Amşat" li dijî sivîlan, bi taybetî jinan pêk anîne, tawanê gundê Kaxra li Efrîna dagîrkirî di sala 2024'an de, di nav de revandin, îşkencekirin û ferzkirina dorpêçkirinê, ji bilî qutkirina rêyên ragihandinê di navbera şêniyan de û cîhana derve ku bû sedema derketina bertekên şermezarkirinê yên herêmî û navneteweyî li hember kiryarên çeteyan.