Berxwedana li Bendava Tişrîn didome 2025-01-28 19:57:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê ku ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê bi rê ketin, gihîşt Bendava Tişrînê.   Vê sibehê karwanê ji sedan welatiyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê berê xwe da Bendava Tişrînê ku tevlî çalakiya parastina bendavê bibin û bertekê nîşanê êrîşên Tirkiyeyê bidin, gihîşt Bendavê.   Karwan gihîşt bendavê û bi coşeke mezin ji hêla xelkê Kobanê ya ku berê li wir bûn ve hat pêşwazîkirin. Karwana şêniyan bi silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hat pêşwazîkirin.   Ji 8ˋê Çileyê ve, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê, bi taybet li dijî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê û piştgiriya hêzên QSDˋê û YPJˋê li dijî êrîşan, çalakiyên xwe li ser bendavê didomînin.