'Armanca me girtina nêrînên hemû jinan bû' 2025-01-26 10:19:42   Mîdye Miqted   HELEB - Li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bi dirûşmeya "Ji bo Sûriyeyek demokratîk mafê jinê em ê di destûra nû de misoger bikin" koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê komxebatek li dar xist. Jinên tevli komxebatê bûn wiha gotin:"Armanca me ew bû ku em nêrînên hemû jinên Sûrîyeyê bigrin û guhdar bikin. Di nava komxebata me de nêrînên hemû jinên beşdar bûne bi hev re bûn yek her wiha gelek nêrînên dewlemend derketin pêş."   Li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bi dirûşmeya "Ji bo Sûriyeyek demokratîk mafê jinê em ê di destûra nû de misoger bikin" koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê komxebatek li dar xist. Ev komxebat li taxa Şêx Meqsûdê bi beşdarbûna 200 jinên ji bajarê Helebê hat orgenîzkirin. Di komxebatê de Kombûna Jinan a Idlibê bi rêya Skypê û gelek jin tevli komxebatê bûn.    Jinên tevli komxebatê bûn nêrînên xwe anîn ziman.    'Jin hatin paşguhkirin'   Endama Koordînasyona Kongra Satr a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir têkildarî komxebatê wiha got:"Îro bi amadebûna 200 jinî me komxebata xwe  li dar xist. Di nava komxebata me de jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Mesîh her wiha gelek partî û saziyên taxê amade bûn. Li ser bingeha ku cihê jinê di destûra nû de hebe nîqaş gelek hatin pêş xistin. Her wiha hat gotin yek ji armanca zihniyeta baviksalarî ew e ku jinê paşguh bike. "   Qala jinên pêşeng hat kirin   Di berdewamiya axaftina xwe de Nêrgiz Bekir qala nîqaşên ku di komxebatê de bi pêş ketine kir û wiha got:"Di nava nîqaşan de ku herî zêde di nava komxebatê de bi pêşket ew bû ku divê jin bi reng, netew, vîn û nasnameya xwe xwedî li xwe derkeve û mafê xwe bide parstin da ku cihê wê di nava destûra nû de hebe. Her wiha hemû jinên siyasetmedar yên ku xebat di oxira parastina jinê de dan meşandin her wiha yên ku gihiştin asta şehadetê."   'Me girîngî da mafê jinê'   Di dawiya axaftina xwe de Nêrgiz Bekir qala daxuyaniya bi dawîkirina komxebatê kir û wiha got:"Di dawiya komxebata xwe de me hemû nêrînên ku hatine dayin kirin yek û bi vî awayî daxuyanî ji raya giştî re hat xwendin. Di nava daxuyaniyê de me herî zêde girîngî da mijara ku divê jin xwedî maf be her wiha cihê wê di nava destûra nû ya Sûriyeyê de hebe."   'Armanca me girtina nêrînên hemû jinan bû'   Di heman demê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Fehîme Hemo têkildarî komxebatê nirxandinên xwe kir û wiha pê de çû:"Di van demên dawî de ku gelek geşdanên siyasî bi awayekî bi lez li Sûriyeyê bi pêş ket me hewce dît ku em komxebatek di nava xwe de hemû jinên Sûrîyeyê vedihewîne li dar bixin. Me xwest em bi vê re nîqaşê li ser hebûna mafên jinan a li Sûriyeyê nîqaş bikin. Her wiha armanca me ew bû ku em nêrînên hemû jinên Sûrîyeyê bigrin û guhdar bikin. Di nava komxebata me de nêrînên hemû jinên beşdar bûne bi hev re bûn yek her wiha gelek nêrînên dewlemend derketin pêş."   Jinan herî dawî peyama yekbûna jinên Sûriyeyê û cihgirtina jinan a ji bo destûra nû hat dayin. Her wiha jinan diyar kirin ku wê têkoşîna wan a li dijî ferzkirina zihniyeteke mêrsalar jî dewam bike.