Berxwedana Kobanê: Jinan mohra xwe li dîrokê dan 2025-01-24 09:03:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan, bi azadkirina bajar sînor neman û wek çavkaniya îlhama têkoşîna jinan a global mohra xwe li dîrokê dan.   Sala 2014’an wek demek ku DAIŞ’ê Rojhilata Navîn berbi kaosê ve bir di hişan de ye. Di vê tabloya reş de bêguman azadiya Kobanê û berxwedana hatiye dayîn bû sembol. Li Kobanê têkoşîna li dijî DAIŞ’a çavsor hat dayîn, bi pêşengiya jinên Kurd bû destan. Jin di vî şerî de ne tenê berxwedêrên çekdar bûn, heman demê de bû pêşengên guherîna civakî û îdeolojî. Rizgarbûna Kobanê, tevgera azadiya jinan di asta global de kir sembol.   Veguhetina civakî   Jin bi awayekî wekhev di hemû qadên jiyanê de cih girtin û tevli mekanîzmayên biryarê bûn. Dema berxwedana Kobanê de ev feraset bi awayekî xurt derket holê. Jinan rolên zayenda civakî hilweşandin û di eniyan de di pêvajoyên siyasî de aktîf cih girtin.   Dema berxwedanê de çanda hevgirtina ku jinan pêşxist ne tenê çanda şer bû heman demê de têkoşîna veguhetsina civakî bû.   Hêza parastina cewherî a jinan   Yekîneyên Parastina jinan (YPJ) bû sembola berxwedana Kobanê. Jinan li dijî îdeolojiya dijminê jinê ya DAIŞ’ê, tenê berxwedana fîzîkî nîşan neda. Heman demê de şerê îdeolojîk meşand. Vê berxwedanê nîşanê cîhanê da ku hêz û îradeya pêşeng a jinan sînoran nas nake.     Sembolên berxwedanê   Têkoşîna li Kobanê bi çîrokên qeremaniyê jî tacîdar bûn. Jinên pêşeng ne tenê li qada şer, di pêvajoyên biryargirtinê de jî pêşengî kirin û bi rengê jinê venasînek nû anîn berxwedanê.   Arîn Mîrkan, yek ji şervana wêrek a YPJ’ê bû. Di berxwedana Kobanê de bû sembol. Ji bo pêşketina DAIŞ’ê bide sekinandin bi rihê fedayî têkoşiya û mohra xwe li dîrokê da. Fedayîbûna wê bû sembola gerdunî a têkoşîna azadiya jinan û rihê berxwedanê derxist lutkeyan. Wek Arîn Mîrkan bi sedan jinî ji bo axa xwe şer kirin û cîhanê şahidiya bedewbûna jinan kir.   Ji nûve avakirin   Piştî rizgarkirina Kobanê jinan pêşengiya xebatên ji nû ve avakirinê kirin. Pêvajoya ji nû ve avakirinê ne tenê nûkirina fizîkî ya bajarekî, di heman demê de avakirina pêkhateya civakî ya li ser bingehên demokratîk û wekheviyê bû.   Piştî şer ji bo pêşvebirina aboriyê koperatîfên jinan hatin avakirin û serxwebûna jinan a aboriyê pêk anîn. Van projeyan di alî aborî de jin xurt kirin û hevgirtina civakî jî zêde kir.     Meclîs    Meclîsên jinan bûn yek ji hêmanên herî girîng ên pêvajoya ji nû ve avakirinê. Van meclîsan tevlibûna jinan a di jiyana civakî de pêk anî û di pêvajoyên biryargirtinê de nûneriya wekhev misoger kir. Di van meclîsên Kobanê de pêkaniya modela rêveberiya jin a bi feraset û zîhniyeta jinê hate nîşandan.   Piştgiriya ji bo têkoşîna jinê   Rizgariya Kobanê bandorek mezin li ser tevgera jinên Kurd kir. Ev serkeftin bi Kobanê sînor nema. Berxwedana Kobanê îlham da hemû jinên Kurd û tevlibûna têkoşîna azadiyê zêde bû. Jinan di tevgera azadiyê de cih girtin û rolên girîng lîstin.Rola jinan di hîmên têkoşîna îdeolojîk a gelê Kurd xurt kir. Azadiya jinê di navenda têkoşîna civakî û siyasî ya Kurd de cih girt.   Piştevaniya navneteweyî   Berxwedana Kobanê li seranserê cîhanê têkiliya navbera tevgerên jinan û tevgera jinên Kurd xurt kir. Van têkiliyan piştgiriyek mezin da ku têkoşîna azadiya jinê di asta global de bê nasîn. Komun û meclîsên li Kobanê bi pêşengiya jinan hatin avakirin, ji tevgerên berxwedanê yên din re jî bû model.      Nexşerêyek ava kirin   Meclîsê jinan, piştî şer di avakirina nû de nîşanda ku jin dikarin rola lîderiyê bimeşînin. Ev serpêhatî, ji bo têkoşîn ajinên herêmên din jî nexşerêyeke şênber ava kir.   Serkeftina meclîsên jinan yên li Kobanê, ji aliyê tevgerên jinan yên navneteweyî, komên femînîst ve hat lêkolînkirin û esas hat girtin.   Di dîrokê de cihê xwe girt   Di berxwedana Kobanê û pêvajoya avakirinê de têkoşîna azadiya jinan bû sembol. Jinan bi serkeftina şer sînor neman, heman demê de pergala nû ya civakê ava kirin. Vê têkoşînê hêz û perspektîfek nû bi jiên Kurd da qezenckirin û her wiha îlham da hemû jinên cîhanê. Kobanê wek mînakeke ku azadî û îradeya jinan sînor nas nekirin derbasî dîrokê bû.