Hevbendiya NADA projeya guhertina Qanûna Rewşa Kesî şermezar kir 2025-01-23 19:24:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevbendiya NADA projeya guhertina Qanûna Rewşa Kesî ya Iraqê bi tundî şermezar kir û got parlamentoya Iraqê qanûnên çewisandina mafên jinên Iraqî erê kirin.   Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) têkildarî erêkirina Parlamentoya Iraqê ji projeya biryara guhartina Qanûna Rewşa Kesî ya hejmara 188  a sala 1959’an daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat gotin Parlamentoya Iraqê îro (20ˋê Çile) 3 qanûnên ku dikevin xizmetî berjewendiyên siyasî yên desthilata Iraqê û berjewendiyên bi milyonan jinan û rêxistinên jinan û hiqûqî paşguh dikin, derxistin.    Hevbendiya NADA guhertinên li ser yasayê şermezar kirin û got armanca jê kotaya siyasî û etnîkî were xurtkirin. Hevbendiyê diyar ku ev yasa mafên jinên Iraqî yên xwedî têkoşîna demdirêj diçewisînin.   NADA’yê anî ziman ku tevî ku biryara guhartina Qanûna Rewşa Kesî hatiye dayîn û ji hêla rêxistinên civaka sivîl, torên qanûnî û rêxistinên mafên jinan û zarokan ve hatin redkirin, lê parlamentoya Iraqê ew xist pratîkê.   Hevbendiya NADA di dawiyê de got ew siyaseta zilamperestiyê red dike û piştgiriyê dide têkoşîna jinên Iraqê heta azadî, edaleta civakî û wekheviya rasteqîn di navbera her du zayendan de pêk bê.