Meşa dirêj di roja sêyemîn de li Nantesê berdewam kir 2025-01-23 18:39:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Fransayê hat destpêkirin di roja sêyemîn de li bajarê Nantes bi xebatên dîplomasiyê berdewam kir.   Meşa Dirêj ku di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorîent ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, dewam dike. Meşa ku di çarçoveya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji bo Pirsgirêka Kurd çareserî’ li bajarê Nantes a Fransayê di roja 3’emîn de bi çalakiyên dîplomasiyê dewam kir.   Şandeya Dîplomasiyê, bi nûnerê Partiya Komunîst a Nantesê Pedro Maia û şêwirmendê wî Clement Chebanier re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtinê 45 deqîqeyan dewam kir.    Cûma Tak, Saniye Tûnç û Îsmaîl Aydin ku di şandeyê de cih digirin, dan zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah 26 sal in bi awayekî derqanûnî li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û diyar kirin ku ev pergal ‘’polîtîkayeke qirkirinê ye.’’ Şandeyê ragihand ku polîtîkayên li Îmraliyê li dijî gelê Kurd û gelên cîhanê yên bindest in.     Girîngiya azadiya Abdullah Ocalan hat vegotin   Her wiha şandeyê destnîşan kir ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bingeha Şoreşa Rojava ava kiriye û gotin ku mîmarê pergala li Rojava ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire Abdullah Ocalane. Şandeyê wiha vegot: “Armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava tasfiyekirina vê pergalê ye . Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” û modela jiyana azad a li Rojava girêdayî hev in. Em bang li Partiya Komunîst a Fransayê dikin ku piştgiriyê bide vê têkoşînê û berê xwe bide pergala modernîteya demokratîk a li Rojava  û li dijî kapîtalîzmê têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo rizgariya gelên li Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest ên cîhanê gelekî girîng e.”   Rayedarên Partiya Komunîst a Fransayê anîn ziman ku wan bi baldarî guhadariya şandeyê kir û destnî+şan kirin ku ew pêvajoyê dişopînin û dan zanîn ku ew ê di pêşerojê de têkiliyên xurttir ava bikin û piştgiriyê bidin.   Meşa Dirêj, li gel xebatên dîplomasiyê û lidarxistina çalakiyan berdewam dike.