‘Meşa Dirêj’ a 26 rojan dest pê kir 2025-01-21 15:51:14       NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lorient ê Fransayê "Meşa Dirêj" a 26 rojan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi hevdîtinên dîplomatîk dest pê kir.   Şandeya dîplomasiyê ya ku ji Hevseroka Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û Hevserokê Federasyona Komeleya Kurd a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat pêk tê, li Lorient dest bi hevdîtinên xwe kir.   Şandeyê serdana rêxistina çapemeniyê Quest France kir û raporek pêşkêş kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li ser Rojava êrişên hewayî pêk tîne, rojnamevanên Kurd hedef digire û li dijî xebatkarên çapemeniya azad a Kurd qirkirina siyasî pêk tîne. Her wiha hat bilêvkirin ku 26 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin.   Şandeyê diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên gelê Kurd, berxwedanê raber dike û xwedî statu ye û bang li xebatkarên çapemeniyê kir ku hîn zêdetir deng bidin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.   Şandeya ku hevdîtinên xwe yên dîplomatîk didomîne, bi nûnerên Parlamenterê Lorient, Damient Girard re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku gelê Kurd bi sedan sal in tune tê hesibandin, rû bi rûyê polîtîkayên qirkirinê tê hiştin, lê belê bi berxwedanê van polîtîkayan pûç dike. Bi taybetî hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan afirênerê dîroka berxwedanê ya 50 salên dawî ye û hat ragihandin ku 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tê ragirtin. Şandeyê diyar kir ku Abdullah Ocalanbi taybetî mafê hêviyê ji ti mafên hiqûqî sûd wernagire.   Her wiha şandeyê bilêv kir ku bi fikrên Abdullah Ocalan li Rojava şoreşek pêk hat û vê şoreşê bi têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, hemû cîhan xiste bin bandora xwe. Hat diyarkirin ku tevî vê yekê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin û di van êrîşan de di serî de jin û zarok, sivîl tên hedefgirtin. Şandeyê di serî de Fransa bang li welatên Ewropayê kir ku li dijî Tirkiyeyê helwest bigirin û li dijî êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.   Şandeyê ragihand ku ew di sala duyemîn a pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ne ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hatibû destpêkirin. Şandeyê diyar kir ku meşa dirêj a ji bo 26 rojan ku wê ji Lorient heta Strasbourg dewam bike, îro destpê kir.   Şandeyê diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke krîtîk e û daxwaz kir ku Parlamentoya Fransayê vê daxwazê bigire rojeva xwe û gav bavêje.   Hat gotin ku Parlamenterê endamê Koma Ekolojîk û Civakî Damien Girard azadiya Abdullah Ocalan diparêze û piştgiriyê dide daxwazên gelê Kurd.   Şandeyê piştre serdana Sendîkaya Union Solidaires kir. Ji aliyê nûneriya sendîkayê ve hate ragihandin ku ew li hemberî Rojava bi hestiyar in û divê xwedî li vê şoreşê bê derketin.