Gelê Amedê derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çi dibêje? 2025-01-21 09:06:09    Dîlan Babat-Gulîstan Gulmuş   AMED - Me li ser hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji gelê Amedê pirsî. Amediyan diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûye û jî hişyarî dan ku baweriya wan bi dewletê nayê.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike duh cara duyemîn serî li Wezareta Dadê da.    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî, ku Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di nav de cih digirin, di 28'ê Kanûnê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, yekemîn têkiliya siyasî pêk anîn. Şande piştî vê têkiliya siyasî dest bi tura agahdarkirinê ya du heftiyan kir û li ser 7 xalên siyasî serdana partiyên siyasî yên ku di meclîsê de komên wan hene kir. Şande serdana siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Semra Guzel û Selçuk Mizrakli kir.      Me hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re pêk hatî ji gelê Amedê pirsî.   Gelek jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî dîtin, anîn ziman ku divê Şandeya Îmraliyê bi baldarî nêz bibe û divê demildest bawerî bi dewletê neyê.