Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin 2025-01-20 12:38:20        STENBOL - Rojnamegerên di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji hêla dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.    Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Rayhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên ku îro şandibûn edliyeyê, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.