Bi sedan kesî berê xwe dan Bendava Tişrînê 2025-01-19 11:52:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên barbanga vê sibehê de bi hezaran şêniyên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, gundên Berav û Koçeratê berê xwe da Bendava Tişrînê.   Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê, gundên Berav û Koçeratê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk  û çeteyên girêdayî wê berê xwe dan herêmê.   Ji 8'ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji hilweşînê û rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li hemberî  wê nobetê digirin.