'Divê biryara darvekirinê ya ser Pexşan Ezîzî were rakirin' 2025-01-17 12:37:07       NAVENDA NÛÇEYAN - Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Îranê Maî Sato, diyar kir ku divê biryara darvekirinê ya ser Pexşan Ezîzî were rakirin   Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Îranê Maî Sato li ser rupela xwe ya fermî a X’ê de li dijî biryara bidarvekirina Pexşan Ezîzî peyamek belav kir.   Maî Sato di peyamê de ragihand ku carek din fikarên xwe yên derbarê pejirandina cezayê darvekirinê yê ser Pexşan Ezîzî ji aliyê desthilata Îranê ve tînin ziman û daxwaza demildest hilweşandina ceza dikin. Her wiha destnîşan kir ku doza çalakvana jin a Kurd Pexşan Ezîzî, çewisandina berbelav a li ser jinan û çalakvanên kêmeneteweyên li Îranê nîşan dide û got: “Pexşan Ezîzî îşkence dîtiye û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Her wiha darizandineke adil û mafê parêzeran lê hatiye qedexekirin.”   Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.