'Bi rihê jinên berxwedêr Kongreya Star hat avakirin' 2025-01-16 10:54:06   Mîdye Mîqted   HELEB - Bi boneya salvegera 20`emîn a damezirandina Koongreya Star li Taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û li taxa Xerîb civîn hatin lidarxistin. Jinên ku tevli civînan bûn diyar kirin ku wan bi vê tevgerê re xwe bi rêxistin kirine û di serî de ji bo jinên kurd û ji bo hemû jinên cîhanê bi têkoşîna xwe bûne mînak.   Kongra Star ku ji roja damezrandina xwe heta niha gelek proje pêk anîne, di Şoreşa Rojava de ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn, bi awayekî aktîf cih digire û hêzê dide hemû jinên cîhanê. Kongreya Star ku vê salê 20'êmîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike, di çarçoveya van pîrozbahiyan de li taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxa Xerîb ên Helebê ji jinan re civîn li dar xistin. Civîn bi amedebûna tevger û rêxistinên jin sazî û komînên taxan  hatin lidarxistin.    Endam û rêveberên Kongreya Star ku tevli civînê bûn ji ajansa me re derbarê kar û xebatên xwe de nirxandin kirin.   Endama Kordenesyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir ku ji ajansa me re axivî  ev tişt got:"Em salvegera 20`emîn a demazirandina Kongra Star li hemû jinên Kurd û bi taybet li pakrewan Gulê Selmo û Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê em pîroz dikin rêxistina Kongra Star ji bo me rêxistina herî pîroz bû ku bi saya wê jin serî li hember hemû cure rêjîm û sîstemên qirêj hilda bû ew sîstemên ku di serê de nedixwast jin xwe bihgîne azadiya xwe."   'Bi Rêbertî re em gihîştin qanexek nû a têkoşînê'    Di dewma axaftina xwe de Nêrgizê  got, li taxa Şêxmeqsûd bi pêşengiya Pakrewan Gulê Selmo Kongreya Star carek din bû xwedî tekoşîna li dijî zihniyetên ku pêşî li xebata jinê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Heta roja me ya îro tekoşîna jinan li vê taxê berdewam dike. Herwiha Kongreya Star xebata xwe hîna berferehtir kir ku ev jî bi saya  jinên ku canê xwe feda kirin û bûn pêşengên civaka xwe. Bi felsefeya Ramanwarê mezin Abdullah Ocelan jin derbas qonaxeke nû ya berxwedan û tekoşînê bûn. Ez damezirandina Kongreya star li jinên cîhanê û rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan pîroz dikim."   Me şerê zihniyeta mêrserwer kir   Endama Kongreya Star Elîf Hesen jî got:"Em salvegera damezirandina Kongreya Star li hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd yên ku bûn pêşengên rêxistina Kongreya Star,îr pîroz dikin. Ev tevger ji bo me bû tevgera birêxisti kirina hemû jinan û me bi vê rêxistinê re  li dijî hemû sîstem û zihniyetên desthiledar serî rakir û bersiva wan da. Me bi saya vê tevgerê li dijî zihniyeta mêrê serwer têkoşîn da ku bi vî awayî em çareseriya demokratik pêk bînin. Bi saya felsefeya Ramanwarê mezin Abdullah Ocelan em gihêştin vê asta îro ku em bûn xwedî tevger û rêxistinên xweser. Ji bo vê me berdêlên giranbuha dayin ku ji bo wekî îro em li se piyan bimînin."   Bi vîna jinan em ê bi ser bi ser kevin   Di dawiya axaftina xwe de Elîfê got ku ew jinên berxwedêr bi hev hene û wiha dawî  li axaftinê anî:"Her jinek li ku li ber xwe dide em li pişta wê ne û em dibêjin ku e bi hev re hene. Şoreşa ku bi saya tekoşîna jinan hat lidarxistin heta roja me ya îro bi rihê tekoşîna jinê tê  parastîn. em soz didin hemû jinên ku niha di çeperên têkoşînê de cihê xwe digrin ku bi vîna wan em ê li her qadê xebata xwe bidomînin û ber bi serfirziyê ve biçin. Bi çiroska şoreşa jinê li Helebê li ser xeta pakrewan Gulê Selmo em salvegegera damezirandina Kongreya Star pîroz dikin."