Daxuyaniya 42 alimên olî ji bo Pexşan Ezîzî 2025-01-15 13:19:43        NAVENDA NÛÇEYAN - 42 alimên olî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî daxuyaniyek dan.   42 alimên yên olî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd  Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşandan û ji rejîma Îranê xwestin cezayê darvkirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn bê betalkirin.   Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek 42 alimên olî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin cezayê darvekirinê ku bi awayek nedadperwerane li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, betal bikin.”   Di dewamê de hat gotin ku divê desthilata Îranê dawî li pêla binçavkirina welatiyan bîne, ger dawî li zextan neyê anîn wê gel û hikûmet hîn zêdetir ji hev dûr bikeve.