Li dijî tayînkirina qeyûman banga têkoşîna hevpar 2025-01-14 09:04:47     Gulîstan Gulmuş   AMED - Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê bertek nîşanê girtina hevşaredar û endamên meclîsa şaredariya Akdenîzê û her wiha tayînkirina qeyûm dan û gotin: “Ev dijhiqûqî nikarin me biçewisînin. Berovajî vê têkoşîna me hîn bêtir xurt dikin. Em bi hev re ji rejîma qeyûm re bêjin na.”   Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan û Neslihan Oruç hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Endamê meclîsa şaredariyê Yakup Daniş jî bi şerta kontrola edlî hat berdan. Bertekênli dijî girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman didome.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak, hevşaredara Erxenî Bîrsen Azak û hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol der barê mijarê de bertek nîşan dan.   ‘Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin’   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak wiha got: “Mixabin em dîsa bi darbeyeke dijhiqûqî re hatin rûhev. Îradeya gel hat desteserkirin. Ji bo Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê qeyûm hat tayînkirin. Şaredar û endamên meclîsa şaredariyên me hatin girtin. Em vê rewşa hiqûqî û nedemokratîk qebûl nakin. Me di her tayînkirina qeyûman de gelek caran diyar kir. Tayînakiria qeyûman sê deme, mixabin bawerî û îradeya gelê ku diçe hilbijartinên herêmî di mafê xwe yê hilbijartinê û hilbijartinê de lawaz dike. Yên ku vê biryara emniyetê didin, çi biryaran didin û li ser çi bingehê van biryarên wesayetê didin? Dixwazin bêbaweriya ku di nav gel de çêbûye çawa ava bikin? Bersivên van hemû pirsan li cihekî veşartî ne. Weke hemwelatiyên demokrat, wekhev û azad, em dibêjin ku li Tirkiyeyê ji rojhilat heta rojava, ku qeyûm lê nayên tayînkirin, rêveberiyên herêmî, hevşaredar û endamên meclîsê yên hatine hilbijartin, erka xwe ya 5 salan bi dawî bikin. . Eger ne wisa be ev derbe û zexta li ser şêniyên herêmê tu encamekê dernakeve, sîstem ji vê yekê encam nagire û baweriya bi hilbijartinan bi temamî tine dike.”   ‘Em bi hev re ji rejîma qeyûm re bêjin na’   Ayşe Serra Bucak di berdewamiya axaftina de destnîşan kir ku divê rejîma qeyûm ji vî welatî bê paqijkirin û dest ji vê rejîmê bê berdan. Ayşe Serra Bucak bi lêv kir ku divê hemû kes bi hev re ji qeyûman re bêjin na û piştgiriyê bidin rêveberiyên herêmî.    ‘Em ê bêdeng nemînin’   Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak di axaftina xwe de da zanîn ku divê tu kes bêdeng nemîne û wiha got: Girtina Hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclîsa şaredariyê, darbeyek li vîna gel e. Lê ji bîr nekin ku her ku zilma we zêde dibe berxwedana gel jî zêde dibe. Ev bêhiqûqî nikarin me bişkînin, berovajî vê têkoşîna me hîn zêdetir xurt dikin. Li dijî mafê gel ên hilbijartinê û hilbijartinê darbe hatiye kirin, em ê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe ya edalet û azadiyê berfireh bikin.    ‘Xespkirina mafê gel e’   Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî bertek nîşan da û wiha dirêjî dayê: “Wek hûn dizanin qeyûm tayînê şaredariya Akdenîzê hat kirin. Hevşaredarên me hatin girtin. Em vê pratîkê baş dizanin û nas dikin.Ev xespkirina mafê hilbijartinê ye. Em banga têkoşînê li hemû kesî dikin û em ê xebatên xwe bidomînin.”