Li Amed û Îzmîrê siyasetmedarên kurd hatin bibîranîn 2025-01-09 16:34:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên jin Sakîne Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Amed û Îzmîrê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.    Di ser qetilkirina siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Rohanî) yên li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê hatin qetilkirin, 12 sal derbas bûn. Tevî ku têkiliya MÎT'ê ya kujer Omer Guney ê di girtîgehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin jî, dosyeya qetlîamê ya ku 12 sal in derneketiye holê hê jî di refên daraza Fransayê de ye. Her wiha Evîn Goyî (Evîn Botan) a di 23'ê Kanûna 2022'yan de hat qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uçar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin.   Qetilkirina siyasetmedarên jin li Amed û Îzmîrê bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.    Îzmîr    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îzmîrê bi çalakiyekê siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin bi bîr anîn. Gelek jin beşdarî çalakiya ku li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê hat lidarxistin bûn. Bîranîna ku wêneyên jinan tê de cih girt, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de jinan gelek caran bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.   Amed    Li Amedê ji bo siyasetmedarên Kurd li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Dayika Sêvê Demîr a hatî qetilkirin Sakîne Demîr, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, saziyên jinan û gelek jin tevlî bîranînê bûn. Di daxuyaniyê de timî dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.    Di bîranînê de ku wêneyên kesên li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin hatin vekirin, qurnefîl û mûm li ber wêneyan hatin hiştin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên hatin qetilkirin dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona ku têkoşîna wan anî ziman hatin nîşandan. Derbarê jinên ku hatin qetilkirin axaftin hatin kirin, helbest hatin xwendin.