Cenazeyên rojnamegeran wê li Qamişloyê bên definkirin 2025-01-09 16:11:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên hatin qetilkirin piştî ku hikûmeta AKP-MHP’ê destûr neda ku bînin bajarê wan dê li Qamişlo bên definkirin.   Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, di 19’ê Kanûna 2024’an de di êrîşê de hatibûn qetilkirin. Malbatên rojnamegerên hatin qetilkirin ji wê demê û vir ve ji bo cenazeyên xwe bigirin di nav hewldanan de bûn.    Şandeya ku ji malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Mêrdînê Kamûran Tanhan endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan werbigirin, roja 6’ê Çile saet 16.00'an de çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Şande 3 rojan li ser sînor bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê hatin rawestandin û nehiştin malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin.   Li gel hemû hewldanan jî hikûmeta AKP-MHP’ê destûr neda cenaze bên anîn.   Hat hînbûn ku dê cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan li Qamişloyê bên definkirin.