'Her bîranîn ji bo me banga hesabdayînê ye' 2025-01-04 12:11:32   ŞIRNEX - Ji bo Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr ên di sala 2015'an de li Sîlopiyayê di qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin, merasîmeke bi bîr anînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Her bîranîn ji bo me banga hesabdayînê ye.    Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo  Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr ên di sala 2015'an de li Sîlopiyayê di qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin bernameya bi bîr anî li dar xist. Xizmên jinên hatin qetilkirin, Dayikên Aştiyê, rêveberên bajar û navçeyên Şirnexê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û gelek kes beşdarî bernameyê bû.    Merasîma bîranînê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sîlopiyayê pêk hat. Di çalakiya bîranînê de wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û li kêleka wan qurnefîl hatin hiştin. Di destpêkê de sînevîzyona ku berxwedan û jiyana jinan tê de, di nav de axaftinên jinên hatine qetilkirin, hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê der barê çalakiyê de axaftin hat kirin û girîngiya têkoşîn û hevgirtina jinan careke din hate destnîşankirin.     Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr jî diyar kir ku divê êdî aştî pêk were û got: "Beriya her tiştî ez silavên xwe ji girtîgehan, dayikên şehîdan û Birêz Abdullah Ocalan re dişînim. Ez di şexsê hemû şehîdan de bi bîr tînim. Ji her sê şehîdan bila aştî hebe, ez bawerim di demeke nêz de em ê aştiyê bînin vî welatî. Ger zorê bide vê carê ne hêsan e. Birêz Ocalan Rêberê gel û jinan e. Em dibêjin êdî bes e. Em ê Kurdistanê azad bikin."   'Her bîranîn ji bo me banga hesabdayînê ye'   Di bernameyê de berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û wiha got: "Ez jinên di şexsê Sêvê, Fatma û Pakîze de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Îro dema ku em sê rêhevalên xwe bi bîr tînin, em ji wan hesap dipirsin. Her bîranîn ji bo me banga hesabdayînê ye. Em ê bi avakirina jiyaneke nû têkoşînê mezin bikin û bi bîr bînin ku şoreşa Rojava şoreşa Kurdan, jinan û birêz Ocalan e. Em têkoşîna Sêvê, Pakîze û Fatmayê didomînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin, em ê bi ser bikevin. Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin."   Piştî bîranînê wê saet di 15.00'an de serdana goristanê bê kirin.