Li Kobanê seferberiya komunan 2025-01-03 12:41:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên HSD û YPJ’ê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe dide û xelkê Kobanê jî ji bo HSD û YPJ’ê bi hemû derfetên xwe seferber bû.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bendava Tişrînê û derdora Pira Qereqozaqê bênavber didomin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî li dijî êrişan berxwedaneke dîrokî raber dikin. Qismekê xelkê Kobanê li ser bingeha xweparastinê rahişt çekan û qismekê wê jî ji bo şervanên li ber xwe didin xwarinê amade dikin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; komûnên taxan ên Kobanê bi çêkirina xwarina germ piştgiriyê didin şervanan. Endamên komûnan, ji 8’ê Kanûna 2024’an ji roja êrişên ser Tişrîn û Qereqozaqê dest pê kirin heta niha ji bo şervanan xwarinê amade dikin. Komûna Şehîd Fîras ku 25 malbat endamên wê ne, xwarinên amade dikin li şervanan belav dike.