Ji ser sînorê Qamişloyê: Divê Tirkiye Îmralyê muhatap bigire 2024-12-29 15:52:32   MÊRDÎN - Di roja 17'an a nobedê ya li ser sînorê Qamişlo de wiha hat got: “Divê hemû cîhan bi taybet Tirkiye li peyamên ji Îmraliyê tên guhdar bike. Divê destê hatî dirêjkirin li hewayê nemîne û bibe nîşaneya aştiya bi rûmet.   Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn  ya Mêrdînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 17’emîn de didome. Welatiyên ku danê sibehê dest bi hatina qada nobetê kirin, bêyî ku li şert û mercên hewayê binêrin  çalakiya xwe didomînin. Tevî gelê Mêrdînê, welatiyên bajarên derdorê û Komeleya Alimên Diyanetê (DÎAYDER) jî piştgirî dan çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA).    Girseya gel li qada nobetê bê navber dirşû-mên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmeta me ye", "Rojava dilê me, berxwedan karê me" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" berz kirin û nobedê bi dowîzên ". Ji şer re na" û "Bijî berxwedana Rojava" nivîsandibûn dewam kirin. Di çalakiya nobetê de pankartên "Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin" û "Rojava rûmeta me ye" hatin vekirin.   'Ev zilm wê heta kengê bidome?'   Dayika Aştiyê Ayşe ku di çalakiya nobetê de ewil axivî got, “Ez berxwedana Rojava pîroz dikim. Ev zilm wê heta kengê bidome? Êdî bes e. Em ji vir bang li hikûmetê dikin, bila ev şer bi dawî bibe. Bila êdî zarokên me azad bibin."   'Ji Îmraliyê peyama biratiyê hat'   Piştre endamê DÎAYDER'ê Abdulbali Tiryakî axivî û diyar kir ku pêwîstiya têkoşîna ji bo zaliman di Qur'ana Kerîm de cih girtiye û wiha got: "Di hemû pirtûkên pîroz de bal tê kişandin ser aştiyê. Di olê me de pêxemberê me dibêje aştî ji nimêjê mezintir e. Bi vê boneyê em kesên li Rojava li berxwe didin pîroz dikin. Her wiha em kesên li vir di berxwedanê de ne pîroz dikin. Em hêvî dikin ku serkeftin para me be. Nisêbîn û Qamişlo parçeyek ji hev in û gelê li wir divê parastina xaka xwe bike. Ji Îmraliyê peyama xuh û biratiyê hat. Weke ku di hemû pirtûkên pîroz de jî hatiye gotin, peyama yekîtî û wekheviyê ji Îmraliyê hatiye."   'Gelê Kurd statuya xwe dixwaze'   Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan herî dawî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku piştî 10 salan wan duh li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û got, "Peyama herî mezin a ku hat ew e ku şer raweste. Me gelek şer dîtin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelê Kurd her tim ji bo aştî û yekîtiyê amade ye. Tişta ku îro li Rojava diqewime parastina axa xwe ye.  Tenê jiyanek azad dixwazin. Divê hemû cîhan û bi taybetî jî Tirkiye peyamên ku ji Îmraliyê tên, binirxîne. Ev destê dirêjkirî divê li hewa nemîne û nîşana aştiya bi rûmet be."