MKG û DFG dê ji rojnamegerên girtî re name bişînin 2024-12-29 14:36:06        STENBOL- MKG û DFG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnamegerên ku ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Sûriyeyê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin çalakî li dar xistin û piştre di 22'ê Kanûnê de hatin girtin, pirtûk û nameyan bişîne.     MKG û DFG ji bo pirtûk û nameyên ku dê sibê saet di 14.30 de li PTT Beyoglu bên şandin banga hevgirtinê kirin.