Ji bo qurbaniyên Roboskê li Wanê meş hat lidarxistin 2024-12-28 16:30:35     WAN - Sazî û dezgehên li Wanê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskê meşek li dar xistin û hat xwestin ku komkujî were ronîkirin.   Li Wanê komkujiya Roboskî bi daxuyaniyan hat şermezarkirin û banga darizandina kiryaran hat kirin.   Platforma Ked û Demokrasiyê: Dê hesabê bidin    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya salvegera Komkujiya Roboskê li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujiya Roboskiyê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” hat vekirin û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Wê desthilata AKPê hesap bide gel” hatin berzkirin. Nûnerên saziyan û pêkhateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn.   Li ser navê platformê Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê Engîn Işik metna daxuyaniyê xwend û got: “Di salên derbasbûyî de gelek caran hatiye îspatkirin ku siyasetên çewisandin û tundiyê yên ku êşên nayên vegotin li welatê me diafirînin, nikarin ti pirsgirêkên bingehîn ên welatê me çareser bikin. Li gel vê jî israra di polîtîkayên bêçareseriyê de nîşan dide ku AKP tenê li parastina desthilatdariya xwe difikire, ne çareserkirina pirsgirêkên welat. Lê dîrok şahid e ku yên ji bo desthilatdariya xwe bidomînin zext û zorê li gel dikin, zû yan dereng mehkûmî têkçûnê ne.”   Bi meşê komkujî hat şermezarkirin   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li Qada Kent ya Wanê têkildarî salvegera Komkujiya Roboskî û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Pêşiya daxuyaniyê parlementerên DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Mehmet Kamaç û girseya bi wan re heta cihê daxuyaniyê meşiyan. Parlementeran ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskiyê bang kirin û welatî vexwendin daxuyaniyê.    Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava em in, em ji bo Rojava dimeşin” hat vekirin û dirûşmên “bijî berxwedana Rojava” û “bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Parlementer Mahmût Dîndar û Mehmet Kamaç, hevserokên DBP û DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa Ciwanan û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.   Pêşiya ku metna daxuyaniyê bê xwendin, parlementeran çîroka çend zarokên ku di Komkujiya Roboskiyê de hatine qetilkirin, xwendin û navên 34 kesên hatin qetilkirin, qîr kirin. Piştre rêveberê DBP'ê Emîn Kûtaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê ji berê heta niha her tim bûye erdnîgariya êşên bêdawî, komkujî û kuştinên kiryar nediyar. Emîn Kûtaz da zanîn ku ev rastî îro li axa Rojava diqewime û wiha dawî kir: “Îro jî bi vê ferasetê hewl dide daxwazên gelên Rojava yên ‘aştî û azadiyê’ bi komkujiyan dike hedef. Di vê çarçoveyê de ji bo êrîşên Roboskê dubare nebin parastina Rojava erkeke civakî ye.”   Herî dawî parlementerê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî axivî û banga çareseriya Meseleya Kurd kir. Mahmût Dîndar, bi bîr xist ku Roboskê û hemû komkujiyên li Kurdistanê qewimîn encama Meseleya Kurd e û got ku muxatabê çareserî jî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.