Komkujiya Roboskê li ser sînorê Qomişlo hat şermezarkirin 2024-12-28 16:24:27   MÊRDÎN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bi girtina nobedê tê şermezarkirin. Di nobetê de parlamenter Salîha Aydenîz axivî û got: " Yên duh digotin 'Kobanê ket' îro dixwazin Rojava bikeve. Ji bo Rojava bibe xwedî statu em ê têkoşîna xwe bidomînin."    Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 16’an de didome. Nobet bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê meşandin. Nobet li rewşa hewayê ya nebaş jî didome. gel baranê didome.    Çalakvan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin. Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Îro welatiyên ku ji Êlihê hatin piştgirî dan nobetê. Di nobetê de pankarta “Bi rihê seferberîyê em ê şoreşa Rojava biparêzin” hat vekirin. Di nobeta îro de daxuyanî hat dayîn.      'Em jiyanek wekhev û azad dixwazin'   Ekrem Degîrmencî di çalakiyê de axivî û got: “Mezopotamya yek ji axên herî qedîm e. Hemû gel li ser van axan dijiyan. Niha em dixwazin li vê erdnîgariya qedîm aştî û wekheviyeke mayînde pêk bînin. Divê Rojava nekeve destê zaliman. Em li wir jiyanek wekhev û azad dixwazin. Hemû têkoşîn û daxwaza me ev e. Mafê tu kesî tune ku nirxên ku li wir hatine afirandin xera bike. Em ji bo berxwedana Kobanê û Rojava li vir in. Em berxwedana Rojava silav dikin. Ji niha û pê ve pêwîste em vê berxwedanê hembêz bikin û têkoşîna xwe bidomînin."    'Me komkujî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin'   Dû re jî parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku nobet ketiye roja 16'an, bal kişand ser 13'yemîn salvegera Komkujiya Roboskî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em 34 jiyana xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Heta ku edalet pêk were em ê dozê bişopînin. 13 sal derbas bûn, lê şêwaz û nêzîkatiya dewletê 13 sal in neguheriye, çawa ku sed sal in neguheriye. Me komkujî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin.    Em li vir ji bo mirovahî, wekhevî û demokrasiyê nobeta xwe didomînin. Qamişlo û Nisêbîn yek in. Bi saya têkoşîna Gelê Kurd îro li Rojava destkeftî hatin bidestxistin û çeteyên DAIŞ’ê paş de hatin paşve xistin. Ger rejîma Baasê a 61 salî hilweşiya, ev bi saya berxwedana Gelê Kurd e. Bi saya Gelê Kurd û jinên Kurd li Rojava şoreşek pêk hat. Ger li Sûriyeyê demokrasî pêş bikeve, dê li Tirkiyeyê jî demokrasî pêş bikeve.    Ji ber ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê ye. Yên duh digotin 'Kobanê ket' îro dixwazin Rojava bikeve. Ji bo Rojava bibe xwedî statu em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yên ku canê xwe ji bo avakirina demokrasiya li axa Sûriyê dane kurd bûn."   Piştî daxuyaniyê, bi boneya 13'yemîn salvegera Komkujiya Roboskî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.