Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê 2024-12-28 11:53:26   ENQERE - Parlamaneterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bînin çûn Îmraliyê.   Wezareta Dadê, serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi erênî bersivand. Piştî bersivê îro Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çûn Îmraliyê.