TJA ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin, meşiya 2024-12-22 14:51:00       MÊRDÎN - TJA'yê di meşa ku li Mîdyadê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daşdan ên hatin qetilkirin li dar xist de, de bal kişand ser parastina çapemeniya azad û peyama "Têkoşîna heqîqetê wê bidome" da.   Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan ên bi SÎHA'yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin meş li dar xist. jinên li Kolana Cumhuriyetê ya li Mîdyada Mêrdînê hatin gel hevdu bi wêneyên Nazim û Cîhanê ber bi Mala Şînê ya Hacı Îsa Arslan meşiyan. Li dijî astengkirina polîsan girseyê dirûşmên “Çapemenîya azad rûmeta me ye”, "Şehîd na mirin”, "Nazim û Cîhan rûmeta me ne","Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" berz kirin û derbasî çalakiya rûniştinê bûn.    'Hûn ê bi hêza îradeyê têk biçin'   Di berdewamiya çalakiyê de polîsan barîkat vekir, jinan mil bi mil jî meşa xwe berdewam kirin. Rojnameger Oznur Deger bertek nîşanî polîsan da. Di dema aloziyê de Oznur Deger ji polîsan re got, “Hûn ê bi hêza îradeyê têk biçin. Faşîzm wê winda bike."   Piştî meşê girse li ber mala şînê ji aliyê malbat û xizmên Cîhan Bîlgîn ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Li mala şînê ji malbatê re sersaxî hat xwestin û axaftin hatin kirin.   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, diyar kir ku rojnamegerên hatin qetilkirin dema wezîfeya xwe dikirin hatin qetilkirin û got, "Ew şopdarên Nagihan û Apê Mûsa bûn. Em ê şopdarên wan bin."   Piştre rojnameger Oznur Deger li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) axivî û got ew ji heqîqeta Nazim û Cîhan hêzê digirin.    Piştre TJA'yê bi pankarta "Em ê tekoşerên heqîqetê ji bîr nekin" li ber deriyê şînê daxuyanî da. Li ser navê TJA'yê Gulistan Sarili axivî û got ew welatî demokratîk û aştî lê heye dixwazin. Her wiha got divê tecrîd bi dawî bibe.    Piştre endama TJA'yê Hatîce Oncu axivî û got, "Penûsa heqîqetê nayê bêdengkirin" û sersaxî ji malbatê re xwest.   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.