Çalakiya nobedê ya li Nisêbînê di roja 10'an de ye 2024-12-22 14:32:47     MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişloyê di roja 10'an de berdewam dike, 2 rojnamegerên di êrîşa SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn.   Çalakiya li ser sînorê Qamişloyê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 10’emîn de didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî nobeda li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo bûn.   Di roja 10'emîn a nobedê de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî dan çalakiyê. Bi pankarta "Li Rojava sûcê mirovahiyê heye, em qebûl nakin" û dirûşmeyên "Rojava dimeşe erd û ezman diheje" ketin qada nobetê.   Li ser navê heyetê Berdevkê Demkî yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê Firat Ergul metna daxuyaniyê xwend.    'Em Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi rêzdarî bi bîr tînin'   Firat Ergul anî ziman ku ya ku di êrîşan de hatiye hedefgirtin modela jiyana demokratîk a Rojava ye û got, “Bi êrîşên hikûmeta AKP’ê û çeteyên di bin parastina wê de li dijî gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, bi SÎHA'yan cihên sivîlan bê ser û ber bombebaran dikin. Di êrîşên ku gelek sivîl hatin qetilkirin de rojnameger Nazim Dastan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Qetilkirina Daştan û Bîlgîn ên ku bûyerên li herêma Kobanê ji qadê ragihandine, encama hêrs û tirsa li dijî xebatên rojnamegeriyê ye ku rastiyan radigihîne û rastiyê radixe ber çavan. Di van êrîşên qirêj de hem li dijî gelê Kurd, hem jî li dijî destkeftiyên wan û eşkerekirina heqîqetê şer tê meşandin. Rojnamegerên ku dihatin hedefgirtin bi salan e der barê geşedanên li herêmê de raya giştî agahdar dikirin. Ev êrîş di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û hiqûqa gerdûnî de ne. Em Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku ji ber nûçeyên li ser bûyerên li herêmên Qerekozax û Tişrînê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em qetilkirina van her du kedkarên hêja yên çapemeniya azad şermezar û lanet dikin."   Çalakiya nobedê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” didome.