‘Wê bi Şoreşa Rojava mafê jinê bê parastin’ 2024-12-17 12:46:26        NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Kantona Firatê têlikdarî gefên êrîşan ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da û got, wê bi Şoreşa Rojava ya ku bi jinê dest pê kirî, mafê tevahî jinên Sûriyeyê bê parastin.   Kongra Star a Kantona Firatê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û berxwedana jinê ya li dijî van êrîşan daxuyanî da û got, wê bi jinê mafê tevahî jinên Sûriyeyê bê parastin.   Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş ve li pêşiya Qada Jina Azad hat xwendin.    Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Piştî 54 salan rejîma desthilatdar hate rûxandin. Di 19’ê Tîrmehê de bingehek demokratîk û azad ji bo tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî gelê heremê û ji bo jiyanek wekhev mafê tevahî pêkhateyan hat parastin û ji bo gelê azadîxwaz bû modelek nû û bû şoreşa jinê. Bi vê şoreşê re wê ev sedsal bibe sedsala şoreşa jina azad.   Bi hilweşîna sîstema Baas û aloziyên ku îro li tevahî erdîngariya Sûrî tê jiyankirin re, car din desthilatdariya dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêma me nû dikin û dixwazin axa bi ewle dagir bikin.   Dagirker û çeteyên wê bi taybet êrîşî Kobanê dikin da ku tola şikestina DAÎŞ’ê hilînin. Li Kobanî ruhê netewî hatiye avakirin û îro bûye rûmeta gelê kurd. Wê careke din bi ruhê Arîn û Gelhatan li ber xwe bide û dagirkeriya dewleta Tirk û hevalbendên wê têk bibe.    Em jî wek beşek ji Sûriyeyê, ji bo ku Sûriyeyek nû bê avakirin û destûrek nû bê çêkirin û mafên tevahî pêkhateyan were parastin bi çand, ziman û nasnameya xwe jiyan bikin.    Em wek sazî û rêxistinên jin bang li jinan dikin ku di nava vê pergala me ya demokratîk de cihê xwe bigirin û projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe mafê tevahî jinên Sûrî."