Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm 2024-12-04 14:48:39     ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li dijî tecrîda li Îmraliyê, şer û tayînkirina qeyûman li Meclisê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamanteran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şer û tayînkirina qeyûman çalakiya protestoyî li dar xistin.    Parlamenter, ji avahiyên koman ên Meclisê heta Deriyê Şerefê meşiyan. Parlamenteran dovîzên “Ne qeyûm, demokrasî” û “Hevserokatî xeta me ya binevşî ye” hilgirtin. Di çalakiyê de her wiha li dijî tundiya polîsan a di dema çalakiyên li dijî qeyûman de jî dovîz hatin hilgirtin.     Parlamenter Sezaî Temellî bal kişand ser çalakiya li pêşiya Wezareta Karên Hundir li dar xistin û wiha got: “Me sûcê li vir tê kirin teşhîr kir. Bi israr sûcê destûra bingehîn dikin. Mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibînin. Em qeyûman qebûl nakin. Mîna em li dijî derbeyan derdikevin. Em ji kesên gotina ‘bila DEM Partî bibe partiyeke Tirkiyeyê’ dikin re dibêjin; li cihekî hûn mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibînin de hûn çiqas dibin partiya Tirkiyeyê?”    Sezaî Temellî, diyar kir ku mafên bijartin û hilbijartinê û yê zimanê dayikê yê kurdan tune tê hesibandin û wiha pê de çû: “Ên ku nahêlin TBMM tu pirsgirêkan çareser bike, her tim gefan li DEM Partiyê dixwin û qeyûman tayîn diki baş bizanin ku ev gel dê serî li ber qeyûm û rejîma we ya otorîter netewîne û paşvegavê neavêje. Têkoşîna me didome.”    Sezaî Temellî, bang li partiyên muxalefetê jî kir û ev tişt anî ziman: “Qeyûm tenê şaredariyên me xesp nakin. Em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê li dijî şer, tecrîd û qeyûman şer bikin. Yên îro li Sûriyeyê li rex çeteyan cih digirin jî divê bizanin ku bi şer re pêşerojek dê ji vî welatî re nebe. Her kesên li dijî şer dernakevin xetereyeke mezin li ser pêşeroja xwe çêdikin. Aştiya Sûriyeyê aştiya Tirkiyeyê ye. Tekane rêya rast, aştiya bi kurdan re ye. Ne bi tunehesibandina Kurdan, bi avakirina tifaqa Kurd-Tirkan em dikarin vê bikin. Nexwe dijminatiya li kurdan, tunekirina pêşeroja welêt e.”   Bi domdarî Sezaî Temellî bal kişand ser îdiayên hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û serlêdana ji bo Wezareta Dadê û got: “Dibêjin dê gav biavêjin lê naavêjin. Dema guncav çi ye? Çi astengî li pêşiya vê gavê ye? Her kes dizane ku dema ew gav hate avêtin, dema derî vebûn û Ocalan axivî dê hêviya aştiya civakî mezin bibe.”   DEM Partiyiyan piştre jî çalakiya rûniştinê ya saetekê li dar xist.