Kampanyaya berhevkirina pirtûkên ji dest Jinan 2024-12-04 14:38:37   AMED - Gerînendetiya Jinan a Şaredariya Peyasê bi vekirina pirtûkxaneya Jinan dest bi kampanyaya berhevkirina pirtûkên tenê berhemên bi pênûsa jinan hatiye nivîsîn kir.    Gerînendetiya Jinan a Şaredariya Peyasê bi dirûşmeya “Em Pirtûkxaneya Berhemên ji Dest Jinan Vedikin” kampanyaya ku dest pê kirine ragihand. Bi kampanyayê re diyar kir ku pirtûkxaneyek berhemên ji pênûsa jinan, bi ruhê hevgirtinê  tê avakirin û banga piştgiriyê li raya giştî kir. Der barê kampanyayê de Gerînendetiya Jinan a Şaredariya Peyasê wiha got: “Em wek Gerînendetiya Jinan a Şaredariya Peyasê, bi ruhê hevgirtinê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Ji Dest Jinan derketine’ vedikin û alîkariya pirtûkan ji we dixwazin.” Û daxwaz dikin ku tevahî pirtûkên bê spartin berhemên ji pênûsa dest jinê derketibe.   Navnîşana Cihê ku Pirtûkên lê bê spartin û li pirtûkxaneya jinan bê cih kirin, wiha diyar kir: Gerînendetiya Jinan ya Şaredariya Peyasê / Amed