Girtiyên jin dê bikevin greva birçîbûnê 2024-12-02 15:07:33   NAVENDA NÛÇEYAN -Hejmarek girtiyên jin ên Îranê ragihandin ku wê di hefteya 45’emîn a greva birçîbûnê ya kampanyaya Roja Sêşemê ya ‘Na ji Cezayê Darvekirinê re’ de dest bi greva birçîbûnê bikin.   Di çarçoveya kampanyaya roja Sêşemê ya ‘Na ji Cezayê Darvekirinê’ re, komek girtiyên jin ên li girtîgeha Lakaniyê ya Reşît, li ser cezayên darvekirinê daxuyaniyek dan.   Girtiyên jin di daxuyaniyê de ragihandin ku girtiyên jin ên li girtîgeha Lakaniya Reşît ku beşdarî kampanya Sêşemê ya Na ji Cezayê Darvekirinê re bûn, di hefteya 45’an de li gorî demên borî bi îsrartir û li gel girtiyên din beşdarî vê çalakiya greva birçîbûnê dibin.   ‘Bi yekitî û hewldanên gel dê cezayê darvekirinê were rawestandin’   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em li ser berdewamiya grevê bi îsrar in ku îradeya xwe ya têkoşîna li dijî darvekirinan nîşan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku bi yekitî, hewldanên gel û piştgiriya gel, cezayê darvekirinê dikare were sekinandin. Em ê li dijî darvekirinê her wiha ji bo her girtiyek cezayê darvekirinê lê hat birîn, bidin sekinandin têkoşîna xwe bidomînin.”   Hêjayî bibîrxistinê ye di Kanûna 2023’yan de kampanyaya roja Sêşemê ya ‘Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ji aliyê girtiyên siyasî ve ji bo ku dengê azadîxwazan li dijî cezayê darvekirinê derbixin hat destpêkirin. Hemû girtiyên Kurd û Îranî tevli kampanyayê bûne û her roja Sêşemê dikevin greva birçîbûnê.