Şandeya navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Asrînê kir 2024-12-02 14:43:35   STENBOL - Şandeyeke navneteweyî ya ji rojnameger û siyasetmedaran pêk tê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrînê. Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Piştgirîdayina birêz Ocalan, tê wateya daxwazkirina çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn e.”    Şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger, parlamener û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrîn ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Şande, ji hêla parêzerên Buroyê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ve hate pêşwazîkirin.    Parêzer Îbrahîm Bîlmez di serdanê de axivî û got ku Abdullah Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û serdana şandeyê. Îbrahîm Bîlmez, wiha got: “Birêz Ocalan hikûmxwarekî jirêzê nîne, di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e. Lê birêz Ocalan xwedî mafên hikûmxwaran jî nîne. Bi salan bû agahî ji birêz Ocalan nedihatin girtin û di 23’yê cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê û birazayê birêz Ocalan, Omer Ocalan çû serdana Îmraliyê û hevdîtin kir. Ev hevdîtin nayê wateya rabûna tecrîdê. Tecrîd didome. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê de li Meclisê silav da DEM Partiyê û hewl dan wisa nîşan bidin ku pêvajoyek dest pê kiriye. Dewlet, teknîkên şerê taybet bi kar tîne. Bi bikaranîna medyaya dewletê nûçeyên derew çêdikin. Nûçeyên wisa diweşînin ku dê bibêjî qey her tim bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin an jî dê bên kirin. Lê ev tevek jî rast nînin. Birêz Ocalan di meseleya kurd de aktorekî girîng e û vê hêza xwe diparêze. Sedema vê jî ew e ku gelê kurd li pişt birêz Ocalan disekine û piştevaniya dostên gelê kurd e.”    Meseleya Statuyê    Bi domdarî Îbrahîm bîlmez anî ziman ku beriya Abdullah Ocalan bînin Îmraliyê, bi salan ji bo çareseriyên aştiyane têkoşiyaye û wiha pê de çû: “Ji bo vê hewl da û PKK’ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand. Beriya ku birêz Ocalan beriya sala 99’an bibin Îmraliyê, dê ji bo çareseriyên dîplomatîk biçûya Ewropayê lê dewletên ewropî deriyên xwe lê girtin û birêz Ocalan welatekî ku biçûyê tune bû. Ji bo îltîcayê serî li Îtalya û Atînayê da lê paşguh kirin û birêz Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî 99’an jî birêz Ocalan dev ji lêgerîna aştiyê berneda. Ji 99’an heta 2004’ê bi awayekî yekalî agirbest ragihand û Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de karî gelek reforman bike. Dewletê wê demê wisa nîşan da ku qey meseleya kurd çareser kiriy lê belê meseleya kurd nehate çareserkirin û ji sala 2004’an ve ye em pêvajoyeke dirêj dijîn. Nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd, nêzikatiyeke bipirsgirêk e. Heke pevçûnên çekdarî tune bin dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Lê ev xelet e. Meseleya kurd, mafên kolektîf ên gelê kurd û meseleya statûyê ye. Birêz Ocalan jî ji bo vê têdikoşe.”    Çareseriya demokratîk     Parêzer Îbrahîm Bîlmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa heyî de li Sûriyeyê geşedanên nû derketin holê. Kurd li rexekî hewl didin paradîgmaya birêz Ocalan ava bikin û li rexa din jî pergala DAIŞ, cîhadperestan heye. Hêzên tarî, li ser sorkirina Tirkiyeyê ketin nava tevgerê. Li dijî vê tarîtiyê, divê kurdên ji bo mirovahiyê li dijî vê tarîtiyê têdikoşin bi tenê neyên hiştin. Piştgirîdayîna birêz Ocalan, tê wateya çareseriya demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn. Bendewariyeke me ji dewletan tune ye, bendewariya me piştevaniya gelên Ewropayê ye. Li gorî me mezinkirina piştevaniya navneteweyî girîng e.”    Di serdanê de hate gotin ku CPT’yê hêj jî rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Îmraliyê eşkere nekiriye. Di berdewamiya serdanê de bal kişandin ser xebatên ku dê şandeya navneteweyî bikin û girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê.