Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Berxwedan mezin dibe 2024-11-20 15:29:28       NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 5’ê Mijdarê de jin ji bo xurtkirina hevgirtinê û xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin cem hev. Binpêkirinên jin û zarokan ji Agirî heta Mêrdînê li gelek bajaran bi atolye, çandina şitil û çalakiyan hatin rojevê.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.  Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma 25'ê Mijdarê meşek hat lidarxistin.    Agirî   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Agiriyê re kartên piştevaniyê şand. Kartên ku ji aliyê komba jinên TJA'yî ve hatibûn amadekirin, xistin zerfê û bi rêya PTT'ê ji girtiyên jin ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên girtin re hatin şandin.     Stenbol    Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê a Cîhanê, cadeya Halaskargazi ya Şîşliyê li trafîkê girt. Di çalakiyê de jinan pankarta "Em dixwazin azad bijîn" vekirin û bê navber dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan", "Jin jiyan azadî", "Em bêdeng namînin" "Natirsin, em îtaat nakin", "Transên hatin qetilkirin rûmeta me ne." hatin berzkirin   'Em li her derê têkoşînê didin'   Di çalakiyê de jinan banga 25’ê Mijdarê kirin û ev tişt gotin: “Em di 25’ê Mijdarê de li Taksîmê ne. Şîdeta mêr tê meşrûkirin, cînayetên trans jî nayên rojevê. Em weke jin li her derê li dijî polîtîkayên bêcezakirinê yên dewletê têdikoşin. Di 25’ê Mijdarê de em ê dîsa li Tunela Taksîmê bin û çalakiya xwe pêk bînin. Li kolanan li dijî jinên trans tundî tê kirin."   Çalakî piştî meşê bi dawî bû.      Amed    TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li navçeya  Lîce ya Amedê bi komxebatekê bi jinan re hat cem hev. Di komxebatê de dema ku pirsgirêkên îhmalkirin, kuştin û şîdeta li ser jinê ya di pergala baviksalarî de hatin nîqaşkirin, li hemberî van pirsgirêkan çawaniya rûbirûbûna jinan jî hate nîqaşkirin.   Komxebatê bi axaftina li ser girîngiya 25'ê Mijdarê û pirsgirêkên jinan ên di jiyana rojane de hatin axaftin berdewam kir û bi guhdarkirina daxwazên wan û belavkirina diyariyan bi dawî bû.     Mêrdîn   TJA, li gundê Keleke ya Şemrexa Mêrdînê şitil çand. Parlamenta DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Beriya çandina şitilan jinan daxuanî da û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Hatîce Oncu ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta 'Li diji tundiye dewleta mêr jin, jiyan, azadî” hat vekirin.    Hatîce Oncu, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jinê. Di berdevamiya daxuyaniyê de Hatîce Oncu behsa tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah kir û got: " Îro hêza çareseriyê li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Tecrîda li Îmraliyê îro belavî hemû deran bûye. Em azadiya jinê di têkbîrina tecrîdê de dibînin. Di 25'ê Mijdarê de em ê her kolan û taxan bikin qadên têkoşînê. Em ê tecrîdê têk bibin û azad bibin."   Hatîce Oncu, diyar kir ku dê di 25'ê Mijdarê de çalakiyên cuda bên lidarxistin û wiha bi lêv kir: "25'ê Mijdarê de bi rûhê 'Jin jiyan azadî' li kolanan rabin serhildanê. Em bang li jinan dikin dakevin qadan."   Parlamenter Berîtan Guneş jî axivî û bal kişand ser girîngiya domandina têkoşîna jinan û destnîşan kir ku dê ji bo zarokan li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.    Piştî şitil hatin danîn wêneyên zarokan li şitilan hatin daliqandin.