Di roja mafê zarokan de 3 hezar û 690 zarok di girtîgehan de ne 2024-11-20 09:09:23   RIHA - Di roja mafê zarokan de 3 hezar 690 zarok girtîne û hejmara zarokên navbeta temenê 0-6 yên bi dayikên xwe re girtîne jî 756 e. Bi giştî 4 hezar zarokên di bin temenê 18’yî de li girtîgehan e.   Di serî Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê di mafê zarokan de şûndeketinek heye û di mafê zarokan de pêşketinek tuneye. Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku 193 welatî îmze kiriye, li ser kaxizê dimîne.Tirkiyeyê jî di 1990’î de peyman îmze kir û aqûbeta zarokên li Tirkiye û Kurdistanê hatine windakirin û înfazkirin nayê zanîn.   Li aliyê din di mijara mafê zarokan de li Tirkiyeyê, dema mirov li zarokên girtî dinêrin dibînin ku Tirkiye di vê mijarê de di polê de maye.   Li girtîgehan 3 hezar û 690 zarok hene   Dema mirov li daneyên ku wezareta dadê parvekirine dinêrin ji 1’ê Mijdarê şûnde hejmara zarokên girtî 3 hezar û 690 e.   Her wiha hejmara zarokên bi dayikên xwe re dimînin yên navbera temenê 0-6 jî 759 e.