Taloqkirina înfazan li ber girtîghê hat protestokirin 2024-11-19 14:36:00     STENBOL - Di çalakiya li dijî taloqkirina înfazê û binpêkirinên mafan a bi pêşengiya TDÎ’yê de, hate diyarkirin ku înfazên 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê bi awayekî kêfî hatine taloqkirin û banga berfirehkirina têkoşînê hate kirin.   Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û hat xwestin ku girtiyên jin ên ku înfazên wan hatine taloqkirin serbest bên berdan. Rêveberên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran a Marmarayê  (MATUHAY-DER), xizmên girtiyan û gelek kesên sivîl jî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Şewitandina înfazan bi dawî bikin, ji girtiyan re azadî" hat vekirin û dirûşmên "Ji girtiyan re azadî", "Jin jiyan azadî" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin berzkirin. Hevseroka MATUHAY-DER'ê Dîlek Sonmez Demîr daxuyaniya çapemeniyê xwend.   'Tehliyekirina 10 girtiyan salek hat taloqkirin'   Dîlek Sonmez Demîr, diyar kir ku berdana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê înfazên xwe temam kirine ji aliyê Lijneya Çavdêriya Îdarî (IGK) ve bi hincetên keyfî hatiye taloqkirin û li Girtîgeha Bakirkoyê jî pêkanînên şewitandin û taloqkirina înfazê bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Dîlek Sonmez Demîr anî ziman ku berdana 10 girtiyên jin salekê hatiye taloqkirin û got. “Di van çend salên dawî de yek ji pirsgirêkên herî mezin ên zindanan û girtiyên siyasî û welatparêz taloqkirina înfazan, şewitandina înfazan û neberdana. Girtiyên jin ên ku ji aliyê IGK'ê ve hatin astengkirin ev in: Dîlek Oz, Dîlan Kutlu, Eylem Ozer, Elîf Yaş, Mekîne Sonûk, Dîlan Turan, Turkan Karadaşli, Niel Genç, Sureyya Bulut, Zelal Kiliç. Di sala borî de ji bo gelek girtiyên ku divê serbest bihata berdan hincetên pûç ên wekî 'ji kantînê kirîna radyoyê, kirîna pirtûkê, 'beşdar nebûna çalakiyên civakî'an mayîna li qawîşa xweser' hatin nîşandan û înfazên wan hatin taloqkirin."   'Tevî zextan jî têkoşîn nayê astengkirin'   Dîlek Sonmez Demîr, anî ziman ku di heman demê de gelek binpêkirinên mafan jî li girtiyan hatine kirin û wiha got: “Ev Lijneyên Îdare û Çavdêriyê xwe wekî dadgehan nîşan didin û rê li ber berdana girtiyên siyasî yên ku bi salan hatine cezakirin û serbestberdana wan tê girtin. Malbatên li derve û girtiyên li hundir ku heyecana serbestberdanê dijîn, di kêliya dawî de hîn dibin ku berdan hatiye taloqkirin. Dewlet bi vê rêbazê ceza di nava cezayê de li malbat û girtiyan dibire. Lê tevî zextan jî têkoşîn nayê astengkirin."   'Em ti carî vê qebûl nakin'   Dayika Aştiyê Sabîha Bozan a ku piştre axivî bertek nîşan da û wiha got: “Cezayên zarokên me qediyan, lê nayên berdan. Ev sûcdarî li kîjan kesî  bê kirin jî em tu carî vê qebûl nakin. Îro li zindanan tecrîdeke mezin heye. Em ji vir ve bangî Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Hundir û Serokomar dikin: Bila demildest dawî li vî sûcî bînin. Êdî bes e, ev welat ne welatê bavê kesî ye, welatê me hemûyan e."   'Dê gelê Kurd azad bibe'   Alî Ekber Sevn ê ku di rojên borî de ji Girtîgeha Edîrneyê tahliyê bû ev tişt got, "Em ê heta dawî li girtiyên siyasî xwedî derên. Dê Tirkiye azad bibe û Kurdiatan azad bibe."