Şaredariya Cizîrê xeta telefonê ya 'Alo Şîdet' vekir 2024-11-19 10:58:59     ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ji bo pêşî li tundiya li ser jinê bê girtin û bi jinan re hevgirtinê nîşan bide xeta "Alo Şîdet" vekir.   Şaredariya Cizîra Şirnexê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin û bi jinan re hevgirtinê nîşan bide, xeta telefonê ya “Alo Şîdet” ava kir. Jin wê bi rêya xeta bi hejmara "0549 661 7073" a girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê şîdetê ragihînin û ji şaredariyê alîkariyê bixwazin.   Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku ew li dijî tundiya li ser jinê têkoşînê didin û got, “Weke Şaredariya Cizîrê ev 9 sal in qadên îstîhdamê yên jinan nehatine vekirin. Li cihên ku berê hatibûn vekirin, ji ber qeyûmên tayînkirî yan hatin girtin yan jî sewqî şaxên jinan ên AKP'ê hatin kirin. Me ji roja ku em dest bi wezîfeyê kirine û vir ve li ser proje û lêkolînên ku li ser jinan hatine meşandin giraniyê didin. Her roj jin tên qetilkirin û bi sedan jin rastî tundiyê tên."   Guler Yerbasan, bal kişand ser girîngiya xeta "Alo Şîdet" û got ku ew ê bi vê xetê her cure piştgiriyê bidin jinan. Guler Yerbasan got, “Beşek ji xebatên me vekirina xeta Alo Şîdet bû. Îro ev xet bi awayekî aktîf ketiye meriyetê. Me xwest bi 25’ê Mijdarê Hefteya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê re em vê xebatê bikin. Ji ber ku her roj bi sedan jin rastî tundiyê tên. Xeta me ya telefonê di serî de xizmeta jinên rastî şîdetê tên, lê tenê bi vê re sînordar nabe. Jinên ku rastî her cure şîdetê tên, weke şîdeta derûnî, aborî û zayendî dikarin telefonî xeta me bikin û alîkariyê bixwazin."