Ji girtiyan re kart hatin şandin 2024-11-18 15:33:58     STENBOL - Di pêşengiya MATUHAYDER'ê de jinan ji jinên girtî yên Girtîgeha Marmarayê re kartên bi mijara kedê û jinan şandin.    Di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAYDER) a Marmarayê, jin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) bi minasebeta Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Serjinê ji Jinan ên li Girtîgeha Kandira, Gebze û Bakirkoyê re kart şandin. Di dema şandina kartan de gelek jinan, Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr jî di nav de, li ser qertan behsa jinên li girtîgehan, têkoşîna jinan, ekolojî û kedê kirin û behsa hevgirtina jinan kirin.   Ji bo hemû jinên ku ji têkoşîna xwe tawîz nadin...   Di kartên hatin amadekirin de têkoşîna li dijî qetlîamên jinan hat bibîranîn û hat gotin, "Ez bi baweriya xwe ya bê dawî û hêza hevgirtinê ya li vê cîhana ku keda jinan tê paşguhkirin û jin tên qetilkirin, li ber xwe didim. Bi baweriya min ev hêz wê hemû neyînîyan ji holê rake." Di karteke din de jî ev gotinên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê hatin nivîsandin: "Silav jina delal. Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re li ser navê hemû jinên ku ji têkoşîna xwe ya ji bo nasnameya xwe tawîz nadin  we hemûyan silav û hembêz dikim."   Kart ji bo bişînin girtîgehê radestî Postexeneya Kartalê hatin kirin û çalakî bi dawî bû.