Ji mîtîngê bang: Ji bo aştiyê Abdullah Ocalan 2024-11-18 10:16:07     Gulîstan Gulmuş - Pelşîn Çetînkaya    ÊLIH - Di mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" de ku azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat kirin de, jinan diyar kir ku ji bo aştiyê divê Kurd li ser maseyê rûnên û şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên qebûlkirin.    Platforma Saziyên Demokratîk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, çareseriya pirsgirêka Kurd û li dijî desteserkirina îradeyê duh li Çerxerêya Dortyol a Êlihê mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" li dar xist. Bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji saetên serê sibehê ve ji bo tevlî mîtîngê bibin ketin rê. Di mîtînga ku bi hezaran kes hatin cem hev de, dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Elîh wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Xeta me Bêrîtan Rêberê me Ocalan e", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Ev hişyariya gel e; Di çalakiyê de pankartên "Şaredariyan vala bikin", "Rê ji qeyûman re nîne, qeyûm talanker in", "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" û "Çareserî û muxatab diyar in" hatin berzkirin. Welatiyên ji 7 heta 70 salî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi filamayên zer-sor-kesk reng dan qadê.   Me mîkrofona xwe dirêjî jinên beşdarî mîtîngê bûn kir.    'Kurd vê bêhiqûqiyê qebûl nakin'   Medya Ay: “Em qeyûmên tayînî şaredariyên me kirine qebûl nakin û naxwazin. Em jî miletek in. Çi ji me dixwazin? Em jî gel in û mafê me heye. Her carê qeyûm tayîn dikin û zilmê li me dikin. Ne em û ne jî kesek vê rewşê qebûl nakin. Em hem serokê xwe û hem jî şaredariyên xwe dixwazin. Êdî bes e. Ew çi dixwazin? Bijî Kurd. Çi baş be bi destê kurdan dibe Kurd vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.”   ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan qebûl bikin’   Selma Şahîn: “Ez jî ji Mêrdînê Qoserê hatim. Li gelek cihan em rawestandin, hincetan peyda dikin. Pirsgirêka wan ew e ku hemû cîhan ji vê mijarê hîn bûye. Ew dibên kurd kurdên berê ne. Êdî hata gelê Kurd ji her tiştî heye, dizane. Tirk ji me çi dixwazin? Ew bêyî me nabin. Pêdivî ye ku ew bi me re li ser masê rûnên ku çareserî pêk bê. Divê şert û mercên Rêberê me Abdullah Ocalan qebûl bikin. Bi vî awayî tiştên baş çêdibin. Şeş zarokên min hene.  Em ji bo aştiyê hatin vir û em dixwazin tiştên baş çêbibin. Dibe ku me nedîtibe, lê bila neviyên me rojên xweş bibînin.  Bila kurd bawer bin ji bo ku wê rojekê aştî pêk bê."   'Em hiqûq û edaletê dixwazin'    Besna Gunay: “Em hatin Êlihê lku em tecrîd û tayînkirina qeyûman şermezar bikin. Me bi zorê û tundiyê ji kesî şaredarî negirtin. Em dixwazin hevşaredarên me vegerin ser karên xwe. Em dixwazin tecrîda li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Em dayikên Aştiyê ne û li ku derê li ber xwe didin em daxwaza xwe ya aştiyê dibêjin. Em şer naxwazin. Kurê min 26 sal in di zindanê de ye, duh êvarê sirgûn kirin. Em nizanin şandine kîderê jî. Em dixwazin cihê zarokên xwe bizanin. Bila tiştek ji me re bêjin. Dibe ku kurê min bikuşta. Navê kurê min Abdullah Gunay e, ez ji vir bang li her kesî dikim. Bila li kurê min xwedî derkevin. Bila ji me re bibêjin ku kurê min birine kîjan girtîgehê. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Divê qeyûmên ku li Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê hatine tayînkirin paşve bikişînin.”    'Ez li dijî înkarê li vir im'   Hasîbe Acet: “Em aştiyê pir dixwazin. Em ji bo azadiya Kurdan li vir in. Ez ji bo azadiya ciwanan û ji bo şehîdan li vir im. "Ez li vir im da ku em jî bibin xwedî maf."   'Em ê îradeya xwe biparêzin'   Naîle K.: “Em qeyûman qebûl nakin. Îradeya me talan dikin, em vê zilmê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê vîna xwe biparêzin. Ger ew ê vîna me bidizin, çima hilbijartinê dikin? Me paşguh dikin. Em şaredariyên xwe bi gelê xwe qezenc dikin. Em naxwazin bên desteserkirin. Em tecrîda li ser gelê Kurd şermezar dikin. Ji ber ku em serketî û berxwedêr in vê yekê li me dikin. Em her tim aştiyê ji bo gelê Kurd dixwazin. Çiqas vîna me desteser bikin jî em ê vîna xwe biparêzin.”   'Divê Abdullah Ocalan azad bibe'   Hasîme Karasû: “Em aştî û edaletê dixwazin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Em bi her awayî bindest in. Li gelek cihan şer heye, lê li hemû cîhanê şer li dijî gelê Kurd heye. Em li dijî qeyûman in, em vê qebûl nakin. "Eger ne tenê ji bo Partiya DEM'ê ji bo hemû gel were kirin em qebûl nakin."   'Em ê hîn bêhtir li ber xwe bidin'   Şukriye Edin: “Ez îro li dijî qeyûmê ku li vir hatiye tayînkirin derketim. Şaredariyên me zêdeyî 6-7 meh in di destê me de ne, em tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Kes vê qebûl nake. Xwedê jî qebûl nake. Em vîna xwe nadin. Herî dawî 3 caran li ser vîna me qeyûm tayîn kirin. 3 caran tayîn bikin jî em qebûl nakin. Em ê hîn bêhtir li ber xwe bidin."   'Em ji bo girtîgehan li vir in'   Fehîme Aslan: “Em îro ji bo aştiyê hatin vir. Em bi ser ketin, îradeya me ji me digirin. Em ji bo girtîgehan hatin vir. Ez hêvî dikim ku girtiyên me yên di girtîgehê de bên berdan. Em ê qeyûman jî têk bibin."