Ji bo Gulşen Atalmiş şîn hat danîn 2024-11-17 15:57:10       STENBOL-Ji bo endama ARGK'ê Gulşen Atalmiş a di sala 1995'an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn.   Ji bo endama ARGK'ê Gulşen Atalmiş (Xelat) a di sala 1995'an de li Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li avahiya Taxa Esenyurtê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat avakirin. Rêxistinên sivîl, rêveberên MEBYA-DER, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Marmarayê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAYDER), GOÇ-ÎZDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevli şînê bûn.    Di sersaxiyê de timî dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok apo" hatin berzkirin. Sersaxiyê bi dua û dirûşmeyan dewam kir.