Li Kibrisê ji bo Abdullah Ocalan meş 2024-11-16 20:02:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan li paytexta Qibrisê Lefkoşyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş lı dar xistin.   Kurdistanî û dostên wan li paytexta Qibrisê Lefkoşyayê di qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan.   Girseya ku li pêşiya Wezareta Karên Hundir a li paytext Lefkoşyayê li hev civiya, dest bi meşê kir. Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Qibrisê George Perdikes jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên Qibrisê, rêxistinên civaka sivîl, anarşîst û rêxistinên ciwanan ên li Qibrisê beşdarî meşê bûn.   Di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û meşvanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Dîktator Erdogan”, “Faşîst Tirkiye” berz kirin.   Çalakvanan li deriyê sînor ê di xaka Qibrisê de ku ji aliyê dewleta Tirk  ve hatiye dagirkirin meş veguherandin mitîngê, li vir nûnerên Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Gel a Kurd, dosyaya têkildarî tecrîdê radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kir.   Di çalakiyê de metna Ingilizî ya ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve hatibû amadekirin hate xwendin û piştî axaftina nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş çalakî bi dawî bû.