Li Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de hevdîtina jinan 2024-11-16 16:35:21     AMED - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gundê Mezrîka yê navçeya Rezanê hevdîtina jinan li dar xist.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Mezrîka yê navçeya Rezan a Amedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hevdîtina jinan hate lidarxistin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên TJA, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Rezan û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn. Di di hevdîtinê de wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Jinên Kurd dê dengê xwe bigihînin cîhanê'   Hevseroka DEM partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û diyar kir ku li welat jin û zarok hatin qetilkirin û kiryar bê ceza man. Gulşen, da zanîn ku mînaka herî berbiçav a vê yekê Narîn Gûran a 8 salî ye û wiha got: “Em hê jî qêrîna Narînê dibihîzin, lê hîna jî der barê kiryaran de tiştek nîne. Her wiha Rojîn a li Wanê hat qetilkirin. Ne tenê ev herdu zarok, bi hezaran wek wan hene. Tişta ku li jinan tê kirin kes nabîne. Ji bo vê jî divê jin bibin yek û piştgiriyê bidin hev. Her kes dizane ku jin çiqas bi hêz in. Mînak çima dirûşma jin jiyan azadî tê gotin? Ji ber ku jiyan bi jinê dest pê dike. Ji bo vê jî tevgera jinên Kurd li cîhanê mînak tê girtin. Jinên Kurd dengê xwe li hemû cîhanê dan bihîstin."   Piştre jin li ser cureyên şîdetê hatin agahdarkirin ku eger rastî tundiyê bên wê çi bikin.   Hevdîtin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.