Ji Xelfetiyê banga tevlibûna 'Mîtînga Demokrasî û Azadiyê' 2024-11-16 14:02:25     RIHA - Di nobeda berxwedanê ya ku piştî tayînkirina qeyûm li ber Şaredariya Xelfetiyê dewam kir, banga tevlîbûna mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya sibe li Elîhê dê bê lidarxistin, hat kirin.    Nobeda berxwedanê ya ku li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî qeyûm hat destpêkirin di roja 13'an de berdewam dike. Welatî di saetên serê sibê de hatin ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî û pankartên “Ne qeyûm demokrasî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” daliqandin. Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şaredariya Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û şandeyek ji rêveber û endamên rêxistinên bajar û navçeyên Hatayê û rêxistinên DEM Partiyê yên Sêwreg û Berecûkê pêk dihat serdana çalakiyê kirin.   Ji bo tevlibûa mîtîngê bang   Hevserokên DEM Partiyê yên bajarê Hatayê Seher Cevheroglu û Naîm Ozbek ku serdana çalakiyê kirin, banga tevlîbûna mîtînga Êlihê ya dê sibê bê lidarxistin kirin. Seher Cevheroglu got, "Ji bo 3 şaredariyên me yên ku me bi vîna xwe bi dest xistin, dîsa qeyûm hatin tayînkirin. Wê tu carî îradeya me nikaribin asteng bikin, şaredarî yên me, gel, jin, ciwanana ne. Ji ber vê yekê em hatin Xalfetiyê. Li dijî vê dagirkeriyê em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga xwe."    Girse  bi tilîlî û çepikan çalakiya xwe didomîne.