Li Mêrdînê li dijî qeyûm meşa bi meşaleyî 2024-11-15 22:52:55   MÊRDÎN - Welatiyên ku li Stewrê bi meşaleyan li dijî qeyûman meşiyan gotin, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."   Li taxa Evîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê li dijî qeyûman meşeke meşaleyî hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, parlamenterên DEM Partiyê  Bêrîtan Guneş, Kamuran Tanhan û gelek welatî beşdarî meşê bûn.   Girseya gel li qada taxê li hev civiya û pankarta bi nivîsa "Qeyûm darbe ye, dest nede vîna min" vekirin. Di meşa bi meşaleyan de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Gelê Kurd", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûm  wê derkevin, em ê bimînin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Hevşaredar Devrîm Demîr ku piştî meşê daxuyaniyeke kin da, diyar kir ku gelê Mêrdînê 11 roj in bênavber li ber xwe dide û got, “Heta ev polîtîkayên ku nasname û hebûna me înkar dikin bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi berxwedanê maf û destkeftiyên xwe bi dest bixin."   Piştî axaftinan meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.