Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir 2024-11-15 16:13:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li Tirbespiyê di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê de dewreyeke perwerdeyê ji mêran re vekir.   Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dewam dikin.   Bi vê boneyê rêxistina Kongra Stra a bajarê Tirbespiyê dewreyeke perwerdeyê ji mêran re vekir.   Dewreya perwerdeyê ku li avahiya PYD'ê ya li bajêr dest pê kiriye, dê 3 rojan dewam bike.   27 mêr ku di saziyên civaka sivîl de dixebitin, dê di nava 3 rojan de waneyan li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azad bibînin.   Endama Kongra Star Xedîce Xelef ku dê perwerdeyê bide, li ser girîngiya 25'ê Mijdarê, ji ajansa me re axivî. Xedîceyê got bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûne xwedî maf û cihê xwe di hemû qadan de digirin.