Ji bo tevlibûna mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' bang 2024-11-15 15:19:06   ŞIRNEX - Li Sîlopî û Hezexê TJA, DBP û DEM Partî derî bi derî geriyan û banga tevlibûna mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku dê di 17'ê mehê de li Êlihê hat lidarxistin kirin.   Bangên ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya ku wê di 17'ê Mijdarê de li Êlihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin, dewam dikin. Li Şirnexê bi pêşengiya rêxistinên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebat dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li navçeyên Silopî û Hezexê yên Şirnexê derî bi derî geriyan û gel û esnaf vexwendin mîtîngê.     Banga derketina li dijî qeyûman hat kirin    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di serdanê de axaftineke kurt kir û diyar kir ku divê her kesê li dijî qeyûman di 17’ê Mijdarê de li Elihê di mîtîngê de cih bigire û got, “Em dixwazin li dijî  dagirkeran dengê xwe bilind bikin. Welatiyên ku nikarin beşdarî vê mîtîngê bibin jî divê li malên xwe bertekên xwe bînin ziman. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku li dijî vê diziyê dengê xwe bilind bikin."